• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kobanî, huner û Sitran

Kobanî, huner û Sitran


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 20, 2015, 3:14


Di nava bajarên Kurdistana mezin de çend bajar hene ku navê wan wek „ nasnameya pirsgirêka netewî a Kurd “ ketiye nava rûpelên dîroka Kurdistanê. Silêmanî, Amed, Mehabad û Qamîşlo. Ew bajar bi serhildan û karên siyasî ku têde qewimîne, nav Kurd û Kurdistanê jî bilind kirine. Lê ka hûn bêjin di nava van navan de navê KOBANÎ li kûye û dikeve kîjanê rêzê?

Li gor min Kurdistanê berde êdî ew nav bû sernastirîn nav di dîroka hemû Rojhilata Navîn de. Serkeftina „ Kela berxwedana Kurdan li Rojava “ gelek destkeftên mezin bi xwe re afirandin. Li pey pîroziya li dijî DAÎŞê vê carê di qada dîplomasiyê de jî birêveberên kantonên Rojava dest bi pêvajoyeke nûtir kirin. Bi ked û xwîna xwe, bi şer û berxwedana xwe ya dîrokî, bê hemû îmkanên jiyanê wan karî bi îradeya xwe ya hesinîn li hemberî hovên bênasname û pintû biser bikevin. Felsefeya şoreşa bakurê Kurdistanê a di bin pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan-PKKê de vê carê ne di teorîyê da belkî di piraktîkê de jî serkeftineke mezin di dîroka cihanê de tomar kir. Şervanên xwendingeha Mezlum Dogan û serok Apo vê carê wateyeke din dan „nasnameya îradeya mirovan“. Bedelên berxwedana Kobanî wêranî, mirin, kuştin û şehîdbûna sedan şervan û azadîxwazên Kurd bû, lê ya girîng serkeftin bû û pêre jî hejmarên şikesta DAÎŞê li wira dan dest pêkirin. Taboya wê hêza tevlîhev li Kobanî hate şikandin û pozê bi erdê ve xûşiya. Destkefteke din ya vê şoreşa nû ew bû ku rewşa „ hunera protestoyî “ jî derbasî qonaxeke nûtir kir. Destkeftên di qada siyasî, leşkerî û vê carê jî hunerî de ku di jiyana Kurdan de girîng, di mayîn û zindîmayîna hemû taybetmediyên me yên millî da jî tim xwedî rolekî erênî bûye.

 

Awaz û newayên ji bo Kobanî

Di hemû dîroka Kurdistanê da bawer nakim bi qasî ku stran û awazên xweş û xemgîn li ser berxwedana Kobanî hatine çêkirin, li ser bajar an jî devereke din a Kurdistan û heta cihanê hatibine çêkirin. Ji Kurd û Efxanan bigire heya Fars, Tirk, Ereb û heta Ingilîzan jî navê Kobanê kirin mijara şano, nivîs, stran û awazên xwe. Li vira tenê ez behsa çend nimune ji wan stranên ku li ser Kobanî hatine çêkirin, dikim:

Hunermendê navdar Şehram Nazirî bi dengê xwe yê germ„ lay, lay-lay kîjoley çaw kejalim“ bi dîmenên keç û şervanên Kurd wek kilîp belav kir û wiha nivîsî: Ji şêre jinên Kobanî re pêşkêşe. Ji bîr nekin: Li her dera ku we dît dayîkek ji bo parastina zarokê dest avête çek û silahan, bi bawer bin ku „mirovahî “ di xeterê de ye“.

 

Strana yekê ku di destpêka pêşrewiya çeteyên Daîşê ber bi Kobanê ve bala her kesî kişande ser xwe „ Kobanî îro xemgîn e“ bû. Hevaleke gerîla û birîndar li ser textê mirinê ye û bi êşa ku di kirûşkên rû, eniya wê û hêsirên çavên wê de xuyaye, bi dengê xwe yê zîz peyamekê dide raya giştî û mirovên ku behsa mirovahiyê dikin:

„ Kobanî îro xemgîn, hêsirê çavan dibarîne…. Axxx Kobanî…“

Ew deng û dîmen pir belav bûn û dema ku talanker û xwînrêjên sedsalê gehiştin nava sinorê bajarê Kobanî, hingî her kesî zanî ka wê şêre keça çeleng behsa çi dikir û daxwazên wê ji me çi bûn. Dengê ku êdî ketibû nava axa sar, lê awazên wê man û yê bimînin.

Xala balkêş di berxwedana Kobanî de ew bû ku şervanên Kurd li rex hemû kêmasî û îmkanên kêm yên şer û jiyanê, dema li pêşberî dijminê xwe bûn bi dengê teqîna çek û topan, dengê awazên xwe jî bilind kirin. Wiha bû ku morala wan bilind û ya dijmin jî şikandin. Navê hevalên ku li kêleka wan canê xwe ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê dibexşîn, zû diketine ser lêvên wan. Helbestên pircewher dibûne stran û stran jî bi awazên xweş dixemilîn û bi orkêstrayeke tije nalîn û kalîn a top û tifengan belavî nava gel dibûn. Wan deng û awazên tije peyam û wate di çavê xelkê de Kobanî kire qiblegeh û sicdegeheke pîroz ku êdî rûyê her kesî ketibûyê.

 

Nêrgiz Kobanê şervaneke YPJê ye. Ew bi dengekî ji dil û tije hissên birîndar li pişt eniya şer wiha dike qêrîn:

Du şêran xwe berdan ji Gare û Qendîlê / Daketin Kobanî û Serêkaniyê

Du şêran xwe berdan ji Gare û Qendîlê / Daketin Qamîşlo û Serêkaniyê

Şerkirin dijî çetên Tirk û xayînan / Tirsa wan kete dilê dagîrkeran

Bijî şehîd Serhed, bijî şehîd Goran, bijî şehîd Lewend, dengê we nêye…. Hêê…

Bijî şehîd Zozan, bijî şehîd Çekdar, bijî şehîd Eylem, li pê we tên em

Serêkaniyê ar pêdikeviye / Cîgera min şewitî natebitiye

 

Bi şehadetê dijmin tar û mar kirin / Serkeftin serkeftin kirin para me

YPGê tolhilda jiyan avakirin / Xwîna şehîd Ayhan li erdê nahêlin

YPJê tolhilda dîsa bang kirin / Xwîna şehîd Kendal li erdê nahêle hêê…

Bijî şehîd Diyar, bijî şehîd Rojan, bijî şehîd Kendal dengê we neyêye hêê…

Bijî şehîd Zozan, bijî şehîd Nejbîr li pey we tême…“

Ev stran bi serê xwe destaneke ku dikare bibe mijara filmeke sînema, şano an jî operayekê ku nav û fîdakariyên çend çeleng û lehengên Kurdistanê ji me re eyan dike. Ma huner ji vê bi watetir heye?

 

Hunermendê ciwan û dengxweş Nevîd Zerdî bi helbestekê ya bi navê „Hêlî Sur – Xêza Sor “ ku navê gelek bajarên Kurdistanê tê de ye, behsa Kobanê dike û ji Kurda daxwaz dike ku bi hevgirtina xwe re azadiyê pêşkêşî nifşên paşerokê bikin:

“…..

Tu çekit le des daye û minîş pênûsê heldegirim / Be gole kêyde tu, minîş be wişe singî heldedirim

Pêşmerge û Gerîla her du boy ek mebest / Parêzgarî le gel û nîştiman man û bes

Pênûs binûse betkanî xwên le Rojawa / Laye-laye dengî tifengêye bo minalî sawa

Pênûs bilê Kobanî alay xoragirî Kurdanî / Êsta tuy ke hêmay sirînewey Lozanî

…. “

 

Hunermend Hesen Şerîf û Şeiban Silêman jî bi stranekê tabloyekî Kurdistanî radixin ber çavên me û Kobanî dixwazin ku nekeve û xewin û xeyalên dagîrkeran berav bike:

Kobanî Kobanî sembola berxwedanê / Kobanî Kobanî xewina Ehmedê Xanî…“

 

Hunermendê Îranî Şahîn Necefî li gel du hevalên xwe Şaho û Mecîd Kazimî li ser şerê ronahî û tarîtiyê li Kurdistanê wiha bangî gelên nava sinorên welatê xwe Îranê kir:“

„ … Herê destim lê mede gule giyan, destim lêdirawe

Le ser xakî Kobanî û Kurdistan şehîd kirawe

Role nîştiman çawî le rête, dayîkit hîway duwa rojî pête“

Ew ji zimanê dayîkên Kurd dawa ji zarokên Kurd dike ku hîvîyên xwe wenda nekin û di ber welat da bibine şervan û şehîdên dozê.

Ew şerafeta insanî li Kobanî bilind dinirxîne û wê stranê ji bo bîranîna şêre jinên Kurd yên şehîd ku bi dilawerî şer kirin û bi pêşkêşkirina dilopên dawiyê ji xwîna xwe bûn parazvanên şeref û nanûsa Kobanî, Kurdistan û mirovahiyê li hemû cihanê.

 

Di qada hunerê da navê Kobanî Kurd bêtir ji berê nêzî hev kirin. Kurdên Xorasan, Sine û Kirmaşan ku bi mezhebê xwe Şîe, Sûnî, Elewî û Yarsanî ne jî li ser Kobanî stran gotin.

Yelda Ebbasî bû dengê Şîrwan, Quçan, Bicnûrd û hemû Kurdên Xorasanê. Wê bi dengê xwe yê şilik û herîrî wiha kire qêrîn:

Axxx de were lo, were lo hevalo hevalo… loy

Ax bizan hîn ji sa te hevalim, eger çe je te dûrim, dest betalim

Axx ez jî le vira dilbirînim, ez jî omreke bendeyê av û nînim

Nikarim sa te xelatekê bişînim lê lê ….ax bibexşîn ji te dûrim, dest betalim“

Yelda di vê stranê da ku pêşkêşî Kobanî û Şingalê dike, bi bîra me tîne ku ew ji welatê xwe hatine dûrxistin, lê navê Kovabî û Kurdistanê tim li ser lêvên wane.

 

Mamosta Seidulah Nesirî jî li bajarê Sine wiha li erdnigariya Kurdistanê digere:

Hezar sale Kurdistan le cestey xiwên ebarê / Bo çî zalimî dunyast, alay nayête xwarê

Tu gula me Kobanî, tu çavê me Kobanî / Tu bajarê berxwedan, serhildan û jiyanî…“

 

Navê Kobanî û şerê wira gelek pilanên gendel vala derxistin. Kena qeşmerên ehmeq, nûnerên padişahên Osmanî li wan kire hesret û girî. Pêre jî jiyana Kurdan a siyasî derbasî pêvajoyeke din kir û dîroka sedsalan gûherî ku hinek hêz û dewlet tim bi qedera me dilîstin. Zêdebarî vê yekê dewlemendiyek jî li ser hunera me zêde kir. Ji ber wê jî:hezar silav li şeref, xîret û berxwedana we şervanên azadiyê li hemberî dijminê jîn û mayîna mirovahiyê bin.

 

 

dîtin: 806

Pêveker:

kobanî huner û sitran