• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kolesterol û Nexweşiya Kula Heftpençeyê

Kolesterol û Nexweşiya Kula Heftpençeyê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 27, 2018, 4:53


Xwarinên çirb, xwarinên giran yên rûn zêde tê de heye ku kolesterolê zêde dike, dikare çalakiyên şaneyên nexweşiya kula heftpençeyê zêde bike û ûr/tûmor jî bi xwarinên giran li beramberî xwarinên sivik sed caran zûtir mezin dibin. Xebata nû li ser mişkan pêk hatiye û lêkolîner vegotina çîroka xwe di kovara Cell Stem Cellê de kirine.

Cara pêşin e ku lêkolîner, dikarin bi xebatekê, têkiliya kolesterolê bi nexweşiya kula heftpençeyê ya rûviya stûr re tespît bikin û ji ber kolesterola zêde, rîska mezin ya bi wê nexweşiyê nexweş ketin jî destnîşan bikin. Bi vê xebatê rê li ber çêkirina dermanên nû vedibe. Lêkolîner xebatên xwe berdewam dikin û dixwazin bandora kolesterolê li ser nexweşiyên din yên kula heftpençeyê heye an na, vebînin.

Kolesterol di kezeb/pişika reş de çêdibe û pêdiviya tovil/rîveleya her şaneyê meriv bi kolesterolê heye. Lêbelê kolesterola zêde, bi taybetî kolesterola xerab (LDL) jî xeteriya mezin bi xwe re dihîne. Rîska qeyrana dil û enfarktûsa mêjiyê zêde dike. Bi vê xebata nû bandora kolesterola zêde ya li ser nexweşiya kula heftpençeyê ya rûviyê stûr jî eşkere bû.

Lêkolîner heya a niha têkiliya kolesterola zêde bi nexweşiyê re nedikaribûn vebêjin. Xebata nû ya li ser mişkan diyar dike ku kolesterol, bandorê li şaneyên di pişikê de ne dike. Peter Tontonozê ji zanîngeha Kalîforniyayê ya li Los Angelesê ye wiha dibêje; “Kolesterol bandoreke mezin li tûmorê dike û tûmor sed caran zûtir mezin dibin.”

Lêkolîner komeke mişkan bi xwarinên çirb têr dikin û bi genetîka mişkên ji koma din jî dileyizin ku mişk bi xwe xwe kolesterolê çêdikin. Kolesterola zêde heman bandorê li ser mişkên ji koma pêşin û paşin dike û hejmara şaneyên rûviyê stûr jî zêde dibe. Kolesterol çiqas zêde dibe, ewqas jî zû bi zû şaneyên rûviyê stûr parçe dibe û pê re jî rûviyê mişkan dirêj dibû. Parçe û zêdebûna şaneyên rûviyê tiştekî din jî diyar dike, tûmor jî pirr zû mezin dibû.

Lêkolîner diyar dikin ku hê jî nahêt zanîn, dermanên rê li ber zêdebûna kolesterolê digirin, dikarin rîska bi nexweşiya kula heftpençeyê ya rûviyê stûr nexweş ketinê jî kêm bikin an na. National Health Serviceê (NHS) Brîtanyayî balê dikişîne li ser rûnê hişk/têr ku rûnê hişk kolesterolê zêde dike û pêşniyar dikin ku kesên nexweş ji xwarinên çîb yên weke goşt û penirê dûr bisekinin.

Çavkanî: Cell Stam Cell

dîtin: 205

Pêveker:

zanist kolesterol xebat nexweşî kula heftpençe