• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Komeleya Îslamî ya Kurdistanê jî piştgirî da Referandûmê

Komeleya Îslamî ya Kurdistanê jî piştgirî da Referandûmê


barkirin: Êlûn 24, 2017, 7:42


Li gorî nûçeya Rûdawê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ji bo Referandûma Serxwebûnê daxuyaniyeka nivîskî belav kiriye. Komele hetanî roja îro jî ji bo şûnvexistina Referandûmê û xisara pêkhatina wê daxuyanî û helwestê xwe diyar dikir. 

Komela Îslamiya Kurdistanê îro yekşemî 24ê Îlonê di daxuyaniyeke nivîskî de piştgiriya xwe bo dengê Belê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand.

 

Di daxuyaniyê de tê hatiye gotin: “Her dema ku referandum hat encamdan, dengê me Belê ye, çimku ji her kurdekî dilsoj bipirsî, aya tu dewleta serbixwe dixwazî?, bêguman dê bibêje; Belê.”

 

Komela Îslamî li aliyekê din tekez dike, ku aliyê berpirsyar li hember encam û egerên metirsîdar de, tenê biryarderên vê proseyê ne.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Komela Îslamî rexne li helwesta welatên herêmî û cîhanî li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê digire û dibêje:

 

“Kêmxemiya rayedarên Herêmê jî di amadekirina zemîneya navxweyî û herêmî û derveyî de bo avêtina serxwebûnê, helwesta neyênî ya zilhêzan û dewletên cîhanê û piraniya partî û aliyên siyasî yên Iraqê nabe hincet, ku amade nînin îtîrafê bi mafê xwezayî û xwerisk ê gelê Kurdistanê bikin.”

 

Komela Îslamî pêştir li dijî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistaê bû û tevî Tevgera Goranê daxwaza paşxistina referandumê dikir.

 

dîtin: 113

Pêveker:

komele îslamî referandûm