• Têketin
  • Ziman
Konferansa 1. ya HRRK ya Amedê bidawî bû

Konferansa 1. ya HRRK ya Amedê bidawî bû


barkirin: Hêzîran 2, 2014, 9:48


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Amedê konferanseke bi sernavê “Konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî” li dar xist û di encama konferansê de gihîştin hin encaman.

HRRK roja 1 ê vê mehê li Amedê bi beşdariya nêzî 50 nivîskar û rewşenbîrên ji rojavayê Kurdistanê yên ku li Bakur û bajarên Tirkiyeyê dijîn li dar ket.

Konferans li Salona Şaredariya Bajarê Mezin li dar ket û di vekirina konferansê de ligel Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, gelek nivîskarên Bakur jî amade bûn. Kişanak axaftina vekirinê bi kurdî kir û piştgiriya xwe ya ji bo konferansê eşkere kir. Serokê HRRK’ê Hesen Ebdullah ji ber vîzeyê nekarî bê, li cihê wî li ser navê Hevgirtinê Helîm Yûsiv axavî.

Piştî nîvro jî delegeyan li ser rewşa rojane, şêwazên berfirehkirina HRRK’ê, bandora rewşenbîran û avakirina saziyên sivîl axivîn.

Di encama nîqaşan de gihîştin wê encamê ku ji bo şaxa HRRK’ê ya Bakur bê avakirin komîteyeke hate diyarkirin. Komîteya ku ji 7 kesan pêk tê di bin serokatiya Mizgîn Tahir û cîgirên wê Rizoyê Xerzî û Munîr Şêxê de dê kar bike.

Her wiha endaman li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û li ser Sûrî nîqaş kirin.

Endamên konferansê de di dawiyê de ji ber alîkarî û derfetên ku pêşkêş kirina sipasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Di encamê de ev biryar hatin girtin:

– Avakirina û karbeşiya komîteya xebatê,

– Di kurtedemê de vekirina malpera HRRK’ê ya Şaxa Bakur

– Amadekirina derfetan ji bo derxistina kovareke wêjeyî

 

DIYARNAME

dîtin: 446

Pêveker:

konferansa 1 ya hrrk ya amedê bidawî