• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kongreya HDP’ê ya Stenbolê bi coşeke mezin li dar ket

Kongreya HDP’ê ya Stenbolê bi coşeke mezin li dar ket


barkirin: Befranbar 5, 2015, 3:39


Îro li bajarê Stenbolê ji zêdeyî 12 hezar kesî kongreya HDP ya Stenbolê çêbû. Ku mirov nêzî stada ku kongre lê çêdibû, ji simîtfiroşan, koftefiroş, çay, û alavên xişreyî, kesk û sor û zerê, xuya dibû ku mirov diçe şahiyek kurdan. Pirên firotinên alavan ji bo Kobanê û Şingalê bûn.

Hundurê stadê tije bû ji jin û mêr û ciwanan û coşek mezin hebû.

Gultan Kişanak bu serokê dîwanê û di derbarê kongreyê peyîvî. Li hêwanê ji platforma 78’an bigire heta Kesk’ê û ji komeleyên herêmî yên kurdan bigire heta bi komeleyên çandî gelek rêxistin beşdar bûbun.

Û li hêwanê ji posterê Ocalan bigire heta bi yê Mazlûm û endamên MLKPê yên ku li kobanê şehîd bûne, yên sakîne û hevalên wê hemî dardakirî bûn. Afişên pir yên ji bo zimanê kurdî û perwerdehiya zimanê kurdî bal dikişandin. Herwiha li çend cihan ala Kurdistanê jî ji nava beşdarvanan bilind dibûn.

Girêdana telefonê bi awayê zindî ji Kobanê ya Ferandarê YPG’ê Cemîl Mazlûm û Bayram Kurtuluş. Destpêkirina axaftina Fermandarê YPG’ê Cemîl coşeke gelekî mezin da hêwanê û hemû beşdarvan rabûn ser piryan û li çepikan xistin, durişme berz kirin. Kobanî got ku “ew dê sala 2015’an bikin serkeftina Kurdistanê”.

Piştî wê hevserokê HDP’ê Selhattin Demirtaş hat ser dikê ji bo axaftinê. Bi derketina wî ya ser dikê jî çoşeke pir mezin ji beşdarvanan re çêbû û hemiyan li ser piyan ew pêşwazî kirin û li çepikan xistin.

Demirtaş got “benda hilbijartinê ji me re ne pirsgirêk e. Bila qe bendavê ranekin ew zanin, em dê bendavê bi xwe xera bikin û ew dê di bin de bimînin. Ji xwe heta em xera nekin ew ranakin.” Civîna kongreyê heta saet 4.30 êvarî dom kir.

Rewanbêj/Stenbol

dîtin: 214

Pêveker:

kongreya hdp