• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kovara Ronahî

Kovara Ronahî


barkirin: Gelawêj 12, 2013, 10:09


Malpera Kovara Ronahî : http://www.ronahikovar.com

Peywendiya Kovarê:

Din alimleri yardımlaşma ve dayanışma derneği

Şirinevler Mah. Fevzi Çakmak Cad. Nil Sokak. No.22 D.3

Bahçelievler / İSTANBUL

Telefon / Fax: +90 (212) 552 81 98

 

Bi Kingotinekê Komeleya Mela û Kovara Ronahî     

Pêwistiya kombûnê, di şert û mercên dijwariyên hemdem de, ji bo hemû mirovan, bi her awayî gelek giring e. Komel; tê wateya, mirovên ku armanca wan yek be û xwe bi hev re bigîhînin armancên xwe, kombûna mirovan e. Gelek deman bi navê cemiyet hatine bibîr anîn. Kombûna wan fermi ye û li gora zagona tên damizrandin.

Xebatên komela, bi dilakiya endam û alîkaran dimeşe. Armanca herî mezin, gihîştina armanca hevpar e. Bi taybetî armanca heri mezinê alimê dîn, gihîştina razîbûna Xwedê ye. Destûra alima, îlmê îlahiye. Li ser axa ku em lê dijîn, bi taybetî ji alima re dibêjin “mele”. Li ser vé rewşê, êdî emêjî di gelek cihan de bêjin mele. Wek ku di nav gel de tê zanîn, komela me“komela mela ye” Komela Zanyarên Olî, ku bi navê fermî “DİAYDER” e, di 25 ê meha adara 2008 an de, li bajarê Stenbolê ji aliyê çend meleyên hêja ve hatiye damezrandin û bi rê ketiye. Gelek tiştên ne xweş û necis ji alî rêveber û nezanên zalim, nîjadperest û kedxwaran de, li ser navê îslamê hatine gotin û kirin. Van tiştan dibin sedema bûyeren ne xweş. Vî dînê vekirî û rastiyê dikin ravgîna fikrên xwe yên nepaqij. Ew xeter û kêmasiyên dikin jî, wek fermana dînî didin daxuyan kirin. Xwarina mafên mirovan, bêdadiya nava însanan jî wek rastî tînin dikin nava çavên nezanan. Li dijî van xwarîtî û ne rastiyan, pêwist bû em alim, çareseriyek bibînin. Rêya çareserkirinê jî, di yekbûnê de derbas dibe. Li gor ayeta pîroz, ku Rebbê alemê ji me re, bir her awayî aşkere gotiye :  Bi mealî : “Hûn hemû bi hev re, xwe bi benikê Xwedêve girêdin; ji hev neqetin” Al-i İmran /103Rêya, Xwedayê me nîşanî me da bû, Rêya rastî û hêsan bû. Ev ayeta vekirî, bi me biryar da kirin, ku em bi hev bigirinû ji hev neqetin; fermanek îlahî ye. Xelasbûna me û hemû bindest û mezlûmên cîhanê jî, di destgirtin û yekbûnêde ye. Li dijî zilm û zordariya li ser gelan tên kirin, li ser emrê Xwedê û hedîsên Qasidê wî (S.X.L), em neçarê yekbûnê bûn. Him neçar, him jî xwestek bûn. Ji roja damezrandina Komela Mela ku bi rê ketiye û vir de, yekîkiye me xurt dibe û bi pêş ve diçe.

    

Xwendavanê ezîz,

Niha xewnek ji xewnên komela me, bi weşana vê kovarê bû rastiya me. Weşana kovarekî ku bibe dengê alima xewnek ji xewnên komela me bû. Ev xewna xweş û şêrîn îro bû rastî û derket holê.

Em, gelek bextiyar in, ji bo me dest bi weşana kovara xwe kir û me xewna xwe bi cîh anî. Armanca weşana vê kovarê, xwe ragihandina gel ê. Rohnîkirina baweriyên me û gelê me ye. Armancek ji armanca weşana kovara Ronahî; fermana Rebbê me ye.  “Bi navê Xwedayê xwe yê, ku her tiştî xaliqandiye bixwîne” Pêxember(S.X.L.) jî di hedîsek de weha gotiye:“Bibin alim, an bibin muteallim, anbibin guhdarê ilmê an jî bibin hezgiryêalima. Nebin evên pêncan ku; hûn ji wan acisî bikin û herin helakê” Bixwendinê mirov xwe nas dike. Ji bo vî, Hebîbê Xwedê gotiye: “pêşî bibin însan, ji bo hûn bibin misilman” Ger kêmasiyek me hebe, hêvî dikim ku hûnê me bibexşînin û li me bibohrînin. Em li benda alîkariya we ne. Ez bawer im, ewê gelê me xwedî li kovara xwe derkeve û ew ê, wê biparêzin. Alîkariya kovarê, alîkariya ilm û zanyariyêye. Xwedê ji xebatkar, nivîskar, xwendavan û hemû alîkaran razî be ku,ev kovar ragihandin destê xwendevanan. Xwedê ji we xwendavanan jî razîbe, ku bi hezkirin û xwedî lê derketî biaram li benda me ne. Û paşiya doza me, hemdê Xwedêye…

Serokê Komela Mela

Muhammed Şîmşek

dîtin: 306

Pêveker:

kovara ronahî