• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurd bi filmên xwe li Parîsê ne

Kurd bi filmên xwe li Parîsê ne


barkirin: Rezber 21, 2015, 10:04


4. Festîvala Fîlmên Kurdî îsal li paytexta welatê Fransayê, Parîsê pêk tê. Di festîvala heşt rojî de ji 4 parçeyên Kurdistanê 31 fîlm dê bêne nîşandan.

Festîval doh 20’ê Cotmehê, demjimêr 19:00’an de li Sînemaya “Arlequîn” bi konsera hunermenda Kurd Tara Jaf dest pê kir.

Kolektîfa Sînemavan û Hunermandan a Kurd a Parîsê (COCDARK) û TEV-ÇAND a Parîsê bi hevkariya ajansa l’ACSE’ê Festîvalê organîze dikin û biyrare fîlmên: “Hêvî, Mêşvan, Memories on Stone, Merdan, Mavî Rîng, Bêkas, Pepûk, Berroj, Mîraz, Messiyê Baghdadê” bêne nîşandan.

Ligor zanyariyan Fîlm dê li sînemaya ”Reflet Medicis” bêne nîşandan û Festîvala îsal diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rojava hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê di sala 2006’ê de pêk hat, îsal jî di navbera 21 heya 27’ê Cotmehê de birêve biçe.

Di çarçoveya festîvalê de, di nava 8 rojan de wê fîlmên dirêj, kurt û belgefilm bi giştî 31 fîlm bên nîşandan.

Di beşeke festîvalê de daxuyaniyeke piştevaniyê ji bo derhênerê Kurd yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, Keywan Kerîmî hate xwendin. Hêjayî gotinêye Liqa 28 a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya bajarê Tehranê, cezayê şeş salên girtîgehê û 223 qamçiyan ji bo derhênerê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, Keywan kerîmî diyar kiriye.

Bernameya festîvalê:

http://www.festivalcinemakurde.com/medias/files/festival-cinema-kurde-2015-web-1.pdf

dîtin: 1097

Pêveker:

kurd bi filmên xwe li parîsê ne