• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurd, travma û xwelîserî

Kurd, travma û xwelîserî


nivîskar: Zeyat Brûsk
barkirin: Rezber 15, 2018, 6:46


 

Nizanim derbarê rewşa gelê xwe de ez reşbîn im an di vê serdemê de ti geşedanek, livînek, bûyerek an jî sedemeke wiha nîne ku hêviyeke mezin bide min?

 

Niha li rewşa Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava dinerim, tenê sergerdaniyek tê pêş çavê min.

 

Lê dîsa dibêjim, na lo, binere Kurd êdî şiyar bûne, li herçar parçeyên Kurdistanê di nav kar û xebatê de ne, ji bo maf û azadiya xwe têdikuşin, tenê ez sermest, gêj û bêhay im.

 

Xwezî hema wiha ba û ev sergerdanî û gêjî ya min tenê ba…

 

Carna dibêjim, ji min zêde ye ez şiroveyan li ser rewşa siyasî binivîsim, bi dîtin û bergeha xwe ya teng analîzan bikim.  Ma hedê min e qala siyaset û kiryarên partî û rêxistinên Kurdan bikim? Ew ji min çêtir rewşê dibînin, dixwînin, dorfereh lê meyze dikin, gengeşe dikin û li gorî vê pêngavan davêjin. Tiştên kûr û dûr hene ez nabînim, ew dibînin,  tiştên nehênî hene ez nizanim ew dizanin. Ezmûna wan ji ya min zêdetir e. Wan zêdetir dîtine û jiyankirine. Herwiha, ew di nav kar û çalakiyan de ne, ew ked û rencê didin, ew xwîn dirijin û berdêlan didin. Lewma mafê axaftinê ya wan e, ew bi dilê xwe û bi kêfa xwe ne çi bikin, çi bêjin û çi biryarê bidin.

 

Lê paşî ev tê bîra min, ku her kiryarek û her biryarek bandorê li me jî dike. Di mala xwe de, di nav nivîn û lihêfan de û li ser sifreke nanê kartû jî bim, tiştên rûdidin karîgeriyê li derûn, hest û hizrên min jî dikin. Rasterast destwerdana jiyana min jî dikin. Xew li min heram dibe, nanê tisî ji qirika min re derbas nabe û rûyê min tirş dibe, serê min şor dibe, rûyê min sor dibe.  

 

Ti peywendiya vê yekê bi welatperwerî, kurdperwerî û hestên berpirsiyariyê ve nebin jî rastî ev e. Ez dibêjim gelek kes jî wek min xwedî heman hest û hizrî ne.  

 

Awirek bo Kerkûk û Efrînê

 

Ez rewşa niha ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek “travmayê” dibînim. Travma tê wateya birîna derûnî û canî. Anku ji ber serpêhatî û destwerdaneke derekî, birîna li ser giyan û canê zîndewaran çê dibe travma ye.

 

Sedema vê travmayê xwelîseriya me ye. Ji ber xwelîseriyê em duçarê travmayê dibin. Xafilbûn, xeşîmî, malkambaxî û wêranî jî ji xwe destebirayê xwelîseriyê ne. 

 

Li Başûr piştî referandûma mezin îxanet û wendakirina Kerkûkê û li Rojava jî qaşo di nava “berxwedana serdemê de” ji nişkê ve têkçûna li Efrînê bûne bûne sedema travma û xwelîseriyê.

 

Xwezî ev travma û xwelîserî tenê para min ba…

 

Herî dawî par piştî ku bajarê Kerkûk careke din ji aliyê dagirkerên herêmî ve hate dagirkirin, min şiroveyek bi navê “Gelo dibe ezmûna Kerkûkê li Rojava dubare bibe?” nivîsî bû.  Mixabin dubare bû û aqûbeta Efrînê jî heman awayî bû.

 

Wê demê min gotibû, “Eger heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe, anku Kurd destkeftiyên xwe ji dest bidin, ev yek dê bibe sedema travmayeke mezin.”

 

Me tevan jî dît ku dagirkirina Efrînê jî mîna Kerkûkê bû sedema “travmayeke” mezin. Em pê şkestin, êşiyan û hejiyan.

 

Ji wê rojê ve ji van herdu bajarên bextreş ên Kurdistanê tenê nûçe û agahiyên diltezîn û xemgîn tên. Efrîn jî mîna Kerkûkê di bin desthilateke leşkerî ya dagirker de ye, xelkê wê di dest neyaran de dinale. Mal, milk û dewlemendiya herduyan jî tê talankirin, herwiha nasname û demografiya wan tê guhertin.

 

Jidestdana “Kerkûka Dilê Kurdistanê” û “Efrîna Rengîn” xwelîserî bû. Xiyanet, xafilbûn û hetikîn bû. Eşkere bû ku ti kes ne dostê Kurdan e, ti hêz ne pişta wan e. Kurdan di çend salên dawiyê de qaşo bi navê hemû gelan û mirovahiyê şer kirin, xwîn rijandin, êş kişandin lê padaşta vê xwîn û êşê dilê Kurdan birîndar kir. Ji lewra di dema pêwîst û tengav de ti kesan ji bo wan tiliya xwe nelivand.

 

Başûr di nav kîjan kortê de ye

 

Giringiya rewşa Kerkûk û Efrînê jî di wir de ye, ku di vê serdema dîrokê de Kurd pir nêzîkî bidestxistina statûya xwe ya nû bûn. Piştî referandûmê Kerkûk nehatiba wendakirin bêguman îro destê Kurdên Başûr dê li hember dagirkerên Iraqê, yên herêmê û hêzên cîhanî bihêztir ba. 

 

Min di nivîsa par de gotibû; “Rewşa li Başûrê Kurdistanê dil û wîjdanê hemû Kurdan diêşîne. Dîsa dibêjim, ji bo Başûrê Kurdistanê hemû tiştek bidawî nebûye. Hêvî her heye. Dema mirov ji pêncera mezin ve lê dinere, hevsengiyên herêmî û planên navdewletî şirove dike, dibe her kêliyê ev tablo berovajî bibe.”

 

Lê ya diyar ew e, ku hêzên Başûr nekarîn xwe ji wê travma û xwelîseriyê rizgar bikin û wê tabloya li dij berjewendiyên wan berovajî bikin. Çima?

 

Desthilata mezheparêz a Bexdayê, ku noker û dûvikê melayên Îranê ye, di qonaxa derbasbûyî de bi arezûyeke mezin xwest dest dayne ser hemû destkeftiyên Kurdan, wê statûya “nîv serbixwe” ya 26 salên derbasbûyî jî ji destê wan derbixe.

 

Eşkere bû, ku li Bexdayê piştî nemana desthilata Bees rejîm hatiye guhertin lê hişmendî anku zihniyet her ya şovenîstî ya berî ye. Ji bo Kurdan ti ferqa Saddam û Malîkî û Ebadî nîne.

 

Dereng jî hate fêmkirin, ku kê li Bexdayê dibe desthilat, bi heman çavî li Kurdan û mafên wan dinere.  Wate, tenê rûyê kevneşopiya dagirkeriya li ser Kurdistana Başûr guheriye, cewher û naverok wek xwe maye.

 

Guvaşên siyasî, dorpêçên aborî û êrîşên leşkerî, bi ser hemûyan jî biryar û helwesta dadgehên siyasî û qaşo yên federalî yên derbarê berpirsên Kurdan, referandumê û mafên wan de, sîmayê dagirkeriya nûjenkirî, bi ronî derxistin pêşiya me.

 

Xuya bû desthilata şîe ya tayfegerî bi ti awayî rêzê ji îrade û dengê Kurdan re nagre. Eger ne wesa ba, bi kîneke kûr, bi tolhildan, bi tundî û zordestiyê bersiv nedida daxwazên rewa yên Kurdan. 

 

Di rewşeke wiha de divêya Kurdan bigotana desthilata Iraqê û hemû dezgehên wê jî êdî ji bo me stemkar in û ne rewa ne.

 

Mebesta min ew e, ku piştî helwesta Bexdayê ya li hember referendum û Kerkûkê, divêya Kurd jî zû bi zû neçûbana ser mêza diyalogê, tevlî hilbijartinên parlamentoya Iraqê nebane. Tevlîbûna hilbijartinên Iraqê ji bo hemû aliyên Kurdî xeletiyeke mezin û dîrokî bû.

 

Lewra bi dîtina min nedibû Kurd rabin û behsa şîrîkatiyeke rasteqîne bikin, careke din bixwazin tev Bexdayê siyasetê bikin, beşdarî hikûmraniya wan bibin.

 

Lê pirt û belavbûna Kurdan û ne yekdestî û yekhelwestiya wan a piştî Kerkûkê û tevlîbûna hilbijartinên Iraqê nîşana nebûna îradeyeke hevpar bû û ji lewra nakokî û mimilaneya navxweyî jî kûrtir bû.

 

Niha li hevşêwirîna aliyên Kurd li Başûr mîna diyaloga kerr û lalan e di bin Birca Babîlê de. Ji bo hev fam bikin divê guhdariya hev bikin lê mixabin ti aliyek nikare û naxwaze guhdariya aliyê din bike.

 

Herî dawî helwest û rêbaza aliyan a di pêvajoya hilbijartina serokomariya Iraqê de birastî jî pir balkêş bû. Ne Kurd tenê, Ereb bi xwe jî mat man, ku çima ew Kurdên par dixwestin ji Bexdayê veqetin, serbixwe bin li ser kursiyeke remzî ya wiha ketine qiriqa hev?  Tenê vê qonaxa hilbijartinê jî xeteriya wê nexweşiya li ser can û derûnê Başûr bi zelalî derxiste holê.

 

Bêguman her babetek hewceyê şiroveyeke kûr û dûr e. Bêguman sedemên navxweyî, faktorên herêmî û navdewletî jî hene. Herwiha babet bi hev ve girêdayî ne. Îxanet û sergêjiya Kerkûkê û hilbijartinên serokomariya Iraqê ji hev necuda ne, ji ber ku kirdarên wan heman kes in. Dîsa dibe hin hêz û alî, ji bo eşkerekirina hinek rastiyan û parastina beşeke destkeftiyan taktîk kiribin, lê ev yek bi giştî wê birîna derûnî ji holê ranake, tîmar nake.

 

Kurt û kurmancî, travmaya li Başûr, mijê dixe ser çavê me. Ev milmilaneya navxwe û nakokiyên bêçareser wê heta kengî berdewam bikin, civak û siyaset li hember vê rewşê wê çend li berxwe bide, ne diyare. Lê dilê me êdî naxwaze Başûr di nav vê kort û çala çirav de bimîne.

 

Eşkereye ku pêwîstiya Başûr  heye xwe ji vê qonaxa hestiyar rizgar bike. Dibêjin ji bo derbaskirina her nexweşiyekî û herwiha saxkirina her birînekî pêwîstî bi analîzeke rast, rê û rêbazên durust hene. Ger nexweşî rast werin dahûrandin peydakirina dermanan hêsan dibe. Ev jî erkê serok û serkirdeyên Başûr e.

 

Bi çend hevokan Rojava, Rojhilat û Bakur

 

Nizanim gelo çend hevok û risteyên xwerû bes in ji bo pênaseya rewşa van hersê parçeyên Kurdistanê?

 

Devê Rojava piştî Efrînê şewitî û êdî pifê mast dike. Destê hemû kesan hemû hêzan di bêrîka Rojava de ye. Ji niha ve Kobanê û Qamişlo rastê gefên tirkan hatine. Hevsengiyên herêmî dest bidin, ne dûr e ew bjar jî bikevin ber pelemarekî. Ji rexekî ve jî Esed şivê xwe nîşan dide û wan neçarî ser mêza xwe dike. Ne diyare ka hevalbendên Rojava heta kengî wê piştgir bin. Ji rexekî din ve guman jî heye ku gelo ew xebat û “sores” birastî dê bibe para Kurdan, nûnertiya reng û dengê Kurdan bike?  Ger neke, xweserî dê bi temamî bibe xwelîserî û hew.

 

Rojhilat heman Rojhilat e. Lê dinya guheriye. Rojhilat xwe neguhere ev kambaxî jî bidawî nabe. Mûşekên pasdarên Îranê yên li baregahên partiyên Rojhilat ên li Koyê ketin, di rastiyê de divê bibin sedema şiyarbûneke cuda. Dijmin dest avête wê kelha herî parastî ya 20 salên borî. Ger behsa Kurdîniyê bikin, çi li deştan û çi jî li çiyan dibin armanc, dibin nêçîr û tên kuştin. Ji lewra cidiyet û rijdiyeke mezin pêwîst e. Nexwe Rojhilat dê di nav bêhêvîbûna xwe de bifetise.

 

Bakur bû xendek di dil û mejiyê Kurdan de. Piştî xendekan nekarî pişta xwe rast bike. Li bajar û bajarokên serhildêr û serfiraz, mal bi ser malbatan, kolan di ser evîndaran de hilweşiyan. Xeyalên ciwanan di bin xirbeya wan kogehan de man ku bi kom û bi ref bûn. Siberoja zarokan li ber rehma paradîgmayeke şilû ye. Bêdewlet be, karesatek e, li dij dewletê be karesateke din. Weke çiraya dawîn a hêviya paşerojeke cuda bû û ew jî tefiya. Niha çi dibe, tenê dubarebûne.

 

Ji bo Bakur çirçîrokek di van rojên dawîn de li ser torên civakî digere, pir balkêş e. Dewleta Tirk ev 2 sal bûn bi tometên cidî qeşeyekî amerîkî yê bi navê Brunson girtibû. Welatê wî guvaşeke mezin xiste ser Enqereyê û neçar man wî berdin. Lê ev 3 sal in pêşeng û siyasetmedarekî jîr û bihêz ê Kurd, wate Selahattin Demirtaş jî ji ber heman tometan, (ji yê Brunson siviktir jî) girtiye. Dibêjin, “Dewleta Brunson hebû û ew berdan, lê Demirtaş ji ber bêdewlet e, hê jî girtî ye.” Ev jî xwelîseriyeke din e. Xwezî Kurdên Bakur bizanîban ka rast û durust çi dixwazin…

 

Lome ji dijminan nabe. Çi qas gilî û gazincan bikin feyde nake. Piştî sed salan ji bo Kurdan derfetên zêrîn peyda bûn. Hêvî ew e, ku xwe ji vê travma û xwelîseriyê xilas bikin.

 

 

dîtin: 60

Pêveker:

kurd başûr bakur rojava rojhilat