• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurd û Îslama Siyasî xelek 10 | Doktor Sozdar Mîdî - Mustefa Reşîd

Kurd û Îslama Siyasî xelek 10 | Doktor Sozdar Mîdî - Mustefa Reşîd


barkirin: Gulan 18, 2014, 10:45


Em xelekekê ji lêkolîn û berheva Doktor Sozdar Mîdî(E.Xelîl) û wergera Mustefa Reşîd diweşînin. Em dê hewl bidin ku xelekên dîtir jî yên vê lêkolîna giranbûha bo we biweşînin.

 

Du Rastiyên Dîrokî:
Berî ku em têkevin mijara “Berxwedana Kurdan li dijî Êrişkarên Ereb” divêt em du rastiyên dîrokî bînin ber çavan:
1- Êrişkarên Erebî-Îslamî ne şervanên asayî bûn, yên ku heya wê demê di şer û pevçûnanda dihatin naskirin. Ji bilî şêweyê wan yê rêxistinî bi awayekî kîp û tund û serboriya wan ya demdirêj di şer û keftelefta navbera êlên Ereb da bi awayekî herî sext, wan bi wê baweriyê şer dikir ku ew di rêya Xweda da û bi vîna Xweda şer dikin; du rê li pêşiya wan hene, yan ewê biserkevin yan jî şehîd bikevin. Heger ew biserketin, ew dikarin mal û hebûna dijberên xwe ji xwe ra bibin, mêran bikujin, zarokan dîl bikin û jinan ji xwe ra bikin cariye. Lê heger ew şehîd ketin, ewê radeya here bilind di bihuştê da wergirin ku ew warê xweşî û keyfê ye, çemên mul(نبيذ), hinguv û şîr li wir diherikin û tijî horiyên rindik û xweşik, qişt û ciwan, zîba û spehî, şeng û şox û nazenîne.
2- Gava Êrişên Erebî sala 632-an destpêkirin, Kurdistan di bin serdariya Farisî û Romî-Bîzantî da bû. Ji Kurdan ra ne hîmê rêveberiyeka siyasî (Dewleta Niştîmanî) û ne jî rêveberiyeka ayînî (Rêveberiya Giyanî) hebû ku ev herdu jî, ji bo her neteweyekê, pir pêwîstin. Raste ku Kurd Zerdeştî bûn, lê belê Zerdeştîtî hên ji dema Darayê Yekem da bûbû îdologiya fermî ya Sazûmanên Farisî. Tinebûna van herdu rêveberiyên hîmî dibe sedem ku civak ji hev bikeve û dijberiyên hundirîn hem pir û hem jî tûj bibin. Çawa neteweyeka wisa ku di warên siyasî û ayînî da ne yek be, dê bikaribe li dijî êrişkarên ku xwedî rêveberiyeka yekbûyî û tundin û xwedî baweriyeka cîhadîst-fedakarin, li ber xwe bidin yan jî biser bikevin?
Rewşa Kurdistanê wek welatekî vegirtî ku di bin zor û setema serdariya Farisî û Romî da bû û tinebûna rêveberiyên hîmî – siyasî û ayînî – ji hêmanên here girîng bûn ku Kurdistan wisa bi asanî têkeve bin destê Êrişkarên Ereb û bibe beşek ji erdnîgariya Xîlafeta Erebî-Îslamî. Bi encama Êrişa Erebî, Kurdistanê hem di warê mirovî û hem di warê aborî da bihayekî gelek mezin da. Di şerên berê da kuştin, dîlkirin û talankirin ji tiştên asayî bûn, lê belê, van tewran, di Êrişên Erebî-Îslamî da şêweyekî rewa û şer’î stand. Di Qur’anê da gelek nîşan û belgeyên ji bo vê yekê hene, wek Sûreyê Al Anfal.
Hin Berxwedanên Kurdan li dijî Êrişkarên Ereb:
Tevî ketina Kurdan di bin serdariya Farisî û Romî da, û tevî tinebûna rêveberiyeka siyasî û ayînî, dîsa jî li gelek herêman Kurdan xwe bê berxwedan ne sparte Êrişkarên Ereb. Ev berxwedanên ku pêkhatin li gor xurtbûna wan û berdewamiya wan ji hev cuda bûn. Hin caran wek serhildan bûn, hin caran wek şoreş bûn; li hin cihan tenha Kurd têda beşdar bûn, û li hin cih û di hin deman da Kurd û faris bi hev ra têda beşdar bûn. Gava di navbera Ereban da dijberî û keftelefta li ser serdariyê destpêkir, hinek ji wan bûn Sunneh (alîgirên Mu’awiye Bin Abî Sufyan) û hinek ji wan bûn Şî’eh (alîgirên Alî Bin Abî Talib), û hinek jî bûn Xewaric (beşê ku hem Xilafeta Alî û hem Xîlafeta Mu’awiye ne dipejirand) pir caran Kurdan xwe dida aliyê serhiladên Şî’eh û Xewaricên Ereb li dijî Xîlafeta Sunnî.
Divêt em bînin bîra xwe ku dîroknivîsên Îslaman yên wê demê herdem xwe didan aliyê Dewleta Xilafetê, û li gor dîtinên wê li ser bûyeran dinivîsandin. Ji ber wê jî wan serkevtin û berxwedanên li dijî leşkerên Xilafetê biçûk dikirin, û serkevtinên xwe berz û bilind didîtin. Wek çawa niha Dewletên Rojavayî her tevgereka ku ne li hesabê wan be, wek tevgereka li derveyî zagonê û terorîst bi navdikin, wê hingê jî her berxwedaneka li dijî Dewleta Xilafetê navê “kesên Asê”, “kafir”, “muşrik” û “fasid” lêdikirin, daku nav û dengê wan li ber bîr û baweriya giştî reş bikin, û êriş û komkujiyên xwe beramber wan serhildan û şoreşan rewa bikin. Emê niha hin berxwedan û serhildanan wek nimûne bidin.
•    Di sala 17-ê goçî da, hin şerên giran di navbera Ereban û Hurmizan (yek ji serleşkerên mezin yên Sasaniyan) da li başûrê Kurdistanê pêkhatin. Kurdan arîkariya Hurmizan li dijî Êrişkarên Ereb dikir. Gava di navbera herdu aliyan da lihevhatin pêkhat, Ereban rê nedida ku di navbera Hurmizan û Kurdan da dan û standin hebe; ji tirsa ku ew dîsa berxwedanê li dijî Ereban bikin( ).
•    Di sala 22-ê goçî da, rêberê Ereb Uqbeh Bin Ferqed êriş bir ser herêmên Şehrezor û Samexan li başûrê Kurdistanê. Piştî şerên giran ew herdu herêm vegirtin, Xerac û Cizye avête ser wan û hejmareka mezin ji Kurdan kuşt( ).
•    Di sala 23-ê goçî da, xelîfe Umer Bin Al Xettab leşkerekî mezin ji Ereban amade kir û bi serdariya Selemeh Bin Qeys Al Aşce’î ji bo cîhadê şande başûrê Kurdistanê. Di jêderan da hatiye: “Ew rastî Kurdên dijmin û muşrik (duxwedaperest) hatin. Ew vexwendin Îslametiyê, lê wan nepejirand. Leşkerê Ereb şerê wan kir û ew şikandin; ew kuştin, jinên wan dîlkirin û mal û hebûnên wan di navbera xwe da parvekirin”. Di nav tiştên ku standibûn da sepetek hebû, tijî gewherên giranbuha bû. Rêberê Ereb Selemeh ew sepeta gewheran di navbera şervanên xwe da parvenekir, ew ji Xelîfe Umer ra şand. Li ser vê yekê Xelîfe Umer pir enirî û tore bû, rabû ferman da ku ew gewher di navbera şervanan da bên parvekirin. Piştî ku gewher hatin parvekirin her şervanekî para xwe difiroşt. Gewherê ku nirxê wî bîst hezar dirhem bû, tenha bi pênc dirheman dihate firoştin) (.
•    Di sala 23-ê goçî da, Ereban herêma Al Ahwaz bi rêveberiya Abo Mûsa Al Aş’erî talankir. Kurd û Farisan, li cihekî ku jêra Pîroz dibêjin, rêzên xwe kirin yek û li hember Êrişkarên Ereb berxwedaneka tund kirin. Di navbera herdu aliyan da şer pir gur bû, û rêberekî leşkerê Ereban bi navê Al Muhacir Bin Ziyad hate kuştin. Lê di dawiya şer da Ereb biserketin. Hîngê hate gotin: “Xweda muşrik lawaz kirin ta ku bûn kêmanî û stûxwar bûn”( ).
•    Di sala 38-ê goçî da, şerek di navbera leşkerê Xelîfe Alî Bin Abi Talib û Xewaricên Ereb, alîgirên Xirrît Bin Raşid li herêma Ramehurmuz li Xozistanê pêkhat. Li aliyê Xewarican hin lekên leşkerî yên Kurd jî hebûn. Leşkerê Xelîfe Alî di şer da biserket û dora 300 şervanên Kurd di şer da hatin kuştin( ).
•    Di sala 66-ê goçî da, rêveberê Şî’î Al Muxtar Bin Abi Ubeyd li dijî Dewleta Umewî serî hilda, û seranserê Îraq û welatê Farisan xiste bin serdariya xwe. Hatiye gotin: “Wî (Al Muxtar) Se’id Bin Huzeyfe şande Hulwanê ku şerê Kurdan bike”( ). Di sala 83-ê goçî da, rêberê Ereb Abdulrehman Bin Al Aş’es li dijî waliyê Îraqê Al Heccac Bin Yûsif serî hilda. Piştî hin şikestinan xwe gihand herêma Sapûr li başûrê Rojhilatê Kurdistanê. Kurdan xwe da aliyê Abdulrehman, û wisa leşkerê Al Hecac ku bi rêveberiya Umareh Bin Temîm Al Lehmî bû di şer da şikest û ji qada şer bazda( ).
•    Di sala 129-ê goçî da, Kurdan dîsa li herêma Sapûrê serî hilda, û demekê ew herêm di bin destê wan da ma( ).
•    Di sala 148-ê goçî da, Kurdan li Cizîrê û herêmên derdora Mûsilê serhildaneka mezin li dijî Xelîfeyê Abbasî Abo Cehfer Al Mensor pêkanî. Xelîfe ferman da Xalid Bin Bermek (bi eslê xwe Kurde) ku here li wan herêman serhildanê vemirîne; ew li dijî serhildêran biserket( ).
•    Di sala 224-ê goçî da, rêberê Kurd Cehfer Bin Fehrecs agirê şoreşeka mezin li dijî Xelîfeyê Abbasî Al Mu’tesim Billah li Çiyayên Dasnê, li derdorên Duhokê pêxist, û di gelek şeran da leşkerê Xelîfe Al Mu’tesim ji ber Kurdan bazda. Rêberê Kurd sûd û mifa ji herêma çiyayî û rêyên wê yên asê didît. Gava nûçeyên şikestinên li pey hev gihîştin Xelîfe Al Mu’tesim, rabû ferman da serdarekî Turk bi navê Îtax ku here şoreşê vemirîne. Dîroknas Ibin Al Asîr nivîsandiye:
“Gava xeber gihîşt Al Mu’tesim ferman da Îtax ku here şerê Cehfer bike. Wî xwe amade kir û sala 225-ê goçî çû Mûsilê û berê xwe da Çiyayên Dasnê, Cehfer li hember wî derket û şerekî gelek tûj û tund pêkhat ku di encamê da Cehfer hate kuştin, şer û bela wî ji ser xelkê rabû. Hatiye gotin ku Cehfer jehra ku li gel xwe hilanîbû vexwariye û pê miriye. Di pey ra Îtax dest bi kuştina Kurdan kiriye, gelek kes ji wan kuştine, malê wan talankirine, kesên ku mane dîlkirine, li gel mal, jin û zarokan anîne Tektrîtê”( ).
•    Di sala 295-ê goçî da, dora deh hezar şervanên Kurd li derdorên Îsfehanê xwe dane aliyê rêberê Ereb yê Xewarican Abdullah Bin Ibrahîm Al Mîsme’î. Şoreşa wî jî hate şikestin û li dawiyê xwe sparte Dewletê( ).
Ev tenha hin nimûne bûn ku dîroknasên wê demê bi dirêjahiya sêsed sal nivîsandine. Ew jî ew deme ku desthilatiya rastîn di destê Xelîfeyên Ereban da bû. Ji van nimûneyan baş tê xuyakirin ku Kurd ji Vegirtina Erebî ne razî bûn, serhildan û şoreşên wan her li pey hev bûn; ew rastî gelek zor û setem, perçiqandin û tolhildan, kuştin û awarekirina bi darê zorê hatine. Helbete, sedemên van şoreş û serhildanan civakî, ayînî û neteweyî bûn.
Şoreşa Kurdan ya here gewre û here tirsnak li dijî Xilafeta Abbasî, şoreşa Babek Al Xurremî bû (218 – 222-ê goçî). Ev şoreş li herêmên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê belav bû. Lê belê emê carekê bi taybet li ser vê şoreşê rawestin.

Jêder:

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 2/376

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 2/418

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 2/427. Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 2/568.

[1] Al Tabarî: Dîroka Al Tabarî, 47185. Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 2/425.

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 3/717.

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 3/302.

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 3/505. Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 3/64.

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 4/370.

[1] Al Tabarî: Dîroka Al Tabarî, 8/55. Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 3/254.

[1] Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 6/59.

[1] Al Tabarî: Dîroka Al Tabarî , 10/137. Ibin Al Esîr: Al Kamel fi Al Tarîx, 6/566.

dîtin: 311

Pêveker:

kurd û Îslama siyasî xelek 10 doktor sozdar mîdî mustefa reşîd