• Têketin
  • Ziman
Kurd û Kurdîhezekî Firansiz Wênevan Nikolas Det

Kurd û Kurdîhezekî Firansiz Wênevan Nikolas Det


barkirin: Befranbar 17, 2014, 11:17


Pêr (15.01.2014) li bajarê Elmanya Frankfurtê di jurekî piçûk de pêşangehek hate lidarxistin. Pêşangehekî piçûk lê bi wate û naveroka xwe mezin. Hundurê jura pêşangehê tijî bû ji mirovan. Elman, Kurd, Tirk û ji gelên dîtir hindek dihatin hindek diçûn. Pêşangeh ya wênevankî bû navê wî Nikolas Det. Bixwe Firansî ye lê hezkiriyê Kurdan û zimanê Kurdî ye. Nikolas gelik deman û li gelek deveran beşdarî çalekiyên Kurdan bûye û bi wênekêşka xwe dîmenên cûrbecûr û taybet girtine çorçeweya wênevaniya xwe.

Nikolas DET bi xwe wênevaneke û xwendekareke li bajarê Frankfurtê. Der û dorê wî û hevalên wî piranî Kurdin, di heman demê de Kurdiya xwe jî pêş xistiye. Di her derfetê de li gel Kurdan tenê bi Kurdî dixwaze bi peyive.

Pêşangeha Nikolas ji gelik dîmenên deverên Kurdistanê pêk dihat û bi arîkariya hevalên xwe ve Nikolas kurtedîroka Kurdistanê û mirovên Kurd him bi Elmanî him bi Kurdî nivîsîbû û bi dîwarê pêşangehê ve kiribû. Him wêneyên Nikolas him jî nivîsa li ser Kurd û Kurdistanê bala mêvanan kişand.

 

rewanbej.com

002 003

dîtin: 570

Pêveker:

kurd û kurdîhezekî firansiz wênevan nikolas det