• Têketin
  • Ziman
KURDAN Lİ KÛDERÊ WÛNDAKİRÎYE ?

KURDAN Lİ KÛDERÊ WÛNDAKİRÎYE ?


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Gulan 15, 2019, 2:05


KURDAN Lİ KÛDERÊ WÛNDAKİRÎYE  ?

Di civakên bê dewlet mayîn de an jî mirov bêje miletên weke me Kurdan kû li gûrî naveroka dîroka xwe ya serbohrîda bi qasî dûrîya çend sentîmetreyek aqil li pişt enîya navçavên mirov hilingivîyek,sadmek a çêbûye.

Dîrok li gûrî belge û keda lêkolînavan herî kêm ji bo me roja îroyîn a kû em temenê xwe yê ji çar milan ve ji alîyê pergala pereye/sermayê ve hatîye dorpêçikirin bê kirdarek gozarişt/gohrînek di jîyana heyîda ya kû ji doh û pêr gehiştîye îro bike weke xûrdeyek berîkê li gelek cihên cûda lê di rastîyê de ji bo heman tiştê kû qet bihayek xwe ji bo dahtû/ pêşeroja me tuneye xercdikin.

Li gûrî listeye Neteweyên Yêkbûyî/NY kêm zêde 200 dewlet bi nav û rengên cûda yên heyîn.
Li nav sinorên van 200 dewletande kêm zêde pir milet/neteweyên din yên cûda yên heyîn û her miletek ji van bêgûman cihê lêkolîn û  pêdaçûyînek xwe ya xas û taybet a hey.

Ev tiştek gelek zelale û sedemên xwe jî ji bo zanînê ne gelek zehmete û hele ji bo mirovek Kurd jî; ji egera qezîya bêdewletbûna xwe qet ne cayîze li pey tiştên wûsa jî bikeve.

Gava em qonaxên Kurd weke milet têda derbasbûye û cihê niha lê mayîye bi hevra miqayîse dike gelek matmayî dimîne.

Li ev dîroka serbohrîya dûr û dirêj, pir,têr û tijîya Kurd da ezîmîyek zîrekîya zêhnî û zanyarîya pir alîda dibîne kû dihêle mirov destûr bi xwe bide bêje:efrim kû ji Gilgamêşan bo Kawa û ji Mîrê -Rojê/Keyxosroz heta Xanî ez zarokê vî miletî bûme.
Mirov pirbêjbe nayê wata mirov pir tişta dizane.
Ji bo wê dema 200 salên vê dawîyê û hebûna 200 dewletên îro mirov hûrgilîyê li ser dike, têda hilingivî/sadmek bi mesafeyek biçûk a miletê Kurd têda di bîne.

Ew jî li gûrî amûrên serdema têda ye geşî bi bizava xwe ya hiş û zanistê nekirîye û vê yêkê jî wusa kirîye bihêle pey tiştên bi gewde û bê cewher bikevin.

Mînak ez ragehabdinên weke tv,radio,kovar û rojnameyên qaşû bi navê Kurdan lê di heqîqetda yên teşkîlat û partîyanin bidim,
Weke di derhênerîya film û zanistîda weke hêstir/qantirekin qet avisnabin û her dê stewir bimînin jî heta ji bo Zarokan jî ne xwedî bernameyekin.

Sibe Kurd bibin dewlet jî bi vî destû darî dê weke xelkê boşnak/arnavût miletek beredayî bê zanist û afîrînerî bimînin.

Jan Agirî

dîtin: 29

Pêveker:

kurdan kûderê wûndakirîye