• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
kurdekî mezintirîn xelata erebî wergirt

kurdekî mezintirîn xelata erebî wergirt


barkirin: Gulan 16, 2015, 9:19


kurdekî Rojavayê Kurdistanê mezintirîn xelata rojnamegeriyê li welatên erebî ya bi navê `Xelata Dubey ya Rojnamevaniyê`, wergirt.

Yasir Hewas Ehmed, ku rojnamevanekî karîkatorîst e û ji beriya çend salan ve ji ragihandina erebî re karîkatoran çêdik, îsal xelat navborî wergirt.

Yasir niha li welatê Tirkiyê dimîne û berdewam e li ser karê xwe bo herdu rojnameyên Mekayê Siûdî û Elereb Elondoniyê.

Ev cara 5emîn e ku Yasir tevlî pêşbirka Dubeyê dibe, lê cara yekê ye ku vê xeltê werdigire.

  

Yasir Ehmed ji bajarê Qasmişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji biçûkaniya xwe ve dest bi karê karîkatorîst kiriye, çendîn xelat wergirtiye, herwiha gellek pêşangeh jî vekiriye.

dîtin: 947

Pêveker:

kurdekî mezintirîn xelata erebî wergirt