• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
VÎDEO | Kurdên Erziromê neviyê Şêx Seid riswa kirin

VÎDEO | Kurdên Erziromê neviyê Şêx Seid riswa kirin


barkirin: Êlûn 27, 2015, 10:58


Neviyê Serhildêr û Rêberê Kurd Şêx Seîd Abdurrahim firat di partiya AKP de li Erziromê di rêza 5. de namzete.

Dema xwest li Sûkê di nav dikandaran de bigerê ji aliyê Kurdekî ve hate rawestandin. Kesê kurd weha axifî;

Hun dizanin hîna kujerê Roboskî nehatiye dîtin. Dema dest di avêtine namûs û şerefa Kurdan dema digotin “Kobanî ket dê bikeve” hun di nav vê revebiriyê de bûn.
Hetanî berî du rojan jî dema di vê kolanê de kom bi kom di meşiyan û xeber ji ar û namûsa Kurdan re dikirin dîsan di rêvebiriyê de hun hene. Berî du rojan hevalê me yê dikandar dane ber kêra dîse hun hene di rêvebiriyê de. Hun neviyê Şêx Seid in. Li vira Gelê Kurd jiyan dike. Rêza 5 an daye te û dibêjê te biçe wan parçe bike. Ma ne şerme, qet erza we tune. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe, mirov divê şerm bike şerm. Rêza 5 a daye we. Qey hun dihizirin ku hun dê biser bikevin?  Gelê Kurd dê we di wê sindoqe de noq bike.

Piştî van peyvan, dikandar û Kurdên dîtir yên derdorê Abdurrahim firat şermezar kirin.

dîtin: 233

Pêveker:

vÎdeo kurdên erziromê neviyê Şêx seid riswa kirin