• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdên Kirgizîstanê piştevaniya xwe bo Despêşxeriya Rewşenbîrên Kurd rave kirin

Kurdên Kirgizîstanê piştevaniya xwe bo Despêşxeriya Rewşenbîrên Kurd rave kirin


barkirin: Adar 14, 2016, 3:46


Îro di 14 ê li paytaxta Kirgizîstanê Bişkekê Rewşenbîr û çalekvanên Kurd bo şirovekirina Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd li hev civiyan.
Civîna di avayîya Gelên Kirgizîstanê de pêk hatî bi gotûbêja belavoka yekem ya Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd ve destpê kir. Serokê Yekîtiya Kurdên Kirgizîstanê Şêx ramazan diyar kir ku takerê ya çareyê ya Gelê Kurd ku di her parçeyan de bi komkujiyan ve beramberî heve ewe Yekgirtina Netewî pêk bîne, di navbera Partiyên Siyasî, Saziyên civakî û kesan de yekgirtin û hezkirin pêk bê. Şêx Ramazan diyar kir ku divê Înîstiyatîf divê xizmeta wê yekê bike di navbera Kurdên xwedan hizrên cûda de hevgirtineka xweşbînî pêk bîne.

Pêşkeşvan jî diyar kir û got; Kongreya Netewî ya bi salane pêk nehatiye dikare bi gavên weha bête amadekirin.

Bijîşkê Zanista Tibê Doçent Resûl Beşîrov û Serkanê berê yê Leşkerî Parêzer Azîz Sanuyev gotin; Di vê rojê de ku Siyaseteke parçebûyî li Kurdistanê tê meşandin gotûbêja Stratejiya Netewî û Îdeolojiya Netewî bi qasî nan û av pêdiviyeka jiyanî ye û di vî warî de divê Înîstiyatîf dewreka diyarker bilî ze.

Serkanê berê Parêzer Azîz Davudov jî diyar kir ku şûna nakokiyên di navbeyna Kurdan de yên Siysaî, civakî û çandê bêne nixumandin hertim divê di rojevêde bêne girtin û di vî warî de nêrînên xwe derbirîn.

Kesên bi pirs û nêrînên xwe yên giring ve beşdarî gotûbêja bûyî, Parêzer Sulheddîn Nadirov, Serokê baskên ciwana yê Komeleya Kurdan Alî Aliyev, Parêzer Ahmed Osmanov, Çalekvan Melle Letif Osmanov, Endazyar û çalekvan Mehmedê Elî, Çalekvan Îsrafil Cafarov, Çalekvan Telman Aliyev û Rojnamevan-Nivîskar Hejarê Şamil li ser wê yekê axifîn ; dê Înîstiyatîfa Rewşenbîran werçerxê rêxistinekê an na, rêpîvanên kar, asta ku gehayê de, astengî û arîşeyên pêkanînê, û pirsên wekî wêya.

dîtin: 451

Pêveker:

kurdên kirgizîstanê piştevaniya xwe bo despêşxeriya rewşenbîrên kurd rave kirin