• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdî kete nava deh zimanên sereke yên cîhanê

Kurdî kete nava deh zimanên sereke yên cîhanê


barkirin: Adar 10, 2015, 10:05


Ferhenga dîjîtal ya kurdî Wîkîferheng kete nava deh zimanên sereke yên cîhanê. Bi vî awayî naveroka ferhenga kurdî zimanên mîna tirkî, erebî û almanî jî li dû xwe hiştin.

Heta niha li ser ferhenga kurdî ya herî berfireh a cîhanê Wîkîferheng zêdeyî 440 hezar rûpel û bi mîlyonan peyv hatine tomarkirin. Husein Muhammed ku ji destpêka damezirandina Wîkîferhanga kurdî ve giraniya rêvebirin û berfirehkirina wê daniye ser milên xwe, diyar kir ku di halê hazir de di nava 270 zimanên Wiktionary yên heyî de  tenê naveroka Wiktionaryên fransî û îngilîzî ji ya kurdî baştir in. Muhammed li ser rûpela “Zimanê Kurdî” ya Facebookê ku li wir bi taybetî peyvên kurdî yên herêmên cuda ji bo Wîkîferhengê têne berhevkirin, ji rêveberên din ên ferhengê re bi awayekî qerfî bal kişand ser merhaleya nû ya ferhenga kurdî: “Henekan bi tirkî û erebî nekin, hesûdiya bi îngilîzî û fransî bibin:”

Wîkîferheng yek ji ferhengên pêşîn yên kurmancî bi kurmancî ye û ji sala 2004’an ve li ser înternetê bi awayekî rojane tê berfirehkirin Ferhenga kurdî wekî 270 zimanên din ên heyî, di bin banê Wiktionary a girêdayî malbata weşangeriya azad Wikimedia de bi awayekî vekirî û xwebexş tê berfirehkirin û dikeve xizmeta bikarhênaran. Qonaxa despêkê ya Wîkîferhenga kurdî di sala 2004’an de ji hêla Erdal Ronahî ve hat destpêkirin. Ronahî di heman demê de malpera wergerê ferheng.org vekir û ji wir û pê de giraniya xwe da ser karê berfirehkirina ansîklopediya kurdî Wîkîpediya û kurdîkirina bernameyên mîna Ubuntu. Ji wê demê û pê ve Husein Muhammed bênavber karê berfirehkirina ferhanga kurdî daniye ser milên xwe. Digel wî, bi sedan zimanasên din jî bi awayekî demkî di nava berfirehkirina Wîkîferhengê de cih girtine.

Navnîşana ferhenga kurdî:

http://ku.wiktionary.org

Zekî Ozmen
Diyarname

dîtin: 276

Pêveker:

kurdî kete nava deh zimanên sereke yên cîhanê