• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdistan şîna Mam Celal girê dide

Kurdistan şîna Mam Celal girê dide


barkirin: Rezber 3, 2017, 10:33


Mam Celal, şoreşgerê sedsala 20 an yê Kurd û welatparêzê rojên giran yên dîroka dawî ya Kurdan. Sîyasetvanê jîr û jêhatî yê nava agirê Rojhilata Navîn. Dîroka welatekî ya di kesayetekê de berhev bûyî. Mirovekî zana û jiyanhez. Ji aliyê hemî iraqîyan ve dihate hezkirin. Ji aliyê cîhanê ve bi kesayeta xwe ya demokrat ve dihate nasîn. Ji aliyê dijminê Kurdan ve wekî kesayeteke "felbaz, zana," dihate dîtin. Ji aliyê hêzên navdewletî ve kesayeteke xwedan çareserî dihate dîtin.

Mam Celal bi kar û kiryarên xwe ve xwe têkilî arîşeyên herçar parçeyên Kurdistanê dikir.

Bi hêz û zanabûna xwe ya dîplomasîyê, hertim xwedan rêkeçareyên cûrbecûr bûye.

Mam Celal gelê Kurd û dostên gelê Kurd xistin nava şînê de.

Gelê Kurd li her deverê cîhanê, di medya û torbendên civakî de, di hemî aliyên jiyana xwe de şîna mamê xwe, Mam Celal digrin. 

Bi koça Mam Celal, Serokê Kurdistana Başur Serok Barzanî axaftinek kir.

Barzanî di axaftina xwe ya televîzyonê de xemgînîya xwe ya kur di derbarê koça hevalê xwe yê dêrîn de derbirî.

Serok Barzanî ji tevayî malbata wî û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Mam Celal yek heftî şîna giştî ragihand. 

 

dîtin: 112

Pêveker:

mam celal talabanî talabani barzanî barzani