• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdistanda Katliyam var – Haware

Kurdistanda Katliyam var – Haware


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Gelawêj 27, 2015, 8:46


Eger hun bi sernivîsa Tirikî hatibin vira dibe hun mat bimînin. Nivîs ne bi tirkî ye. Lê ne şerme… Bixwînin. Ji ber ku ev hawar ji xwe bi Kurdî ye…
Ev hawar hawara Kurdî ye. Ev hawar hawara zarokên Kurd, dayikên Kurd, ciwanên Kurd, kalên Kurde.
Ev hawar hawara wan mirovane ku îro, vê kêliyê, li Cizîrê, li Geverê, li Amedê li ber diranê hutê heftserine.

cizir_26_08_2015_rewanbej1

Ev hawar ya wan birîndaraye yên li ber deriyê nexweşxaneya Cizîrê careka dîtir bi guleyên hov û keftaran hatine kuştin.
Ev hawar ya Baran Çagli ye ku îro li cizîrê hate kuştin û termê wî di bin xirbeyan de ma.
Ev hawar ya wan mirovaye ku li Geverê ji cîhanê hatine qutkirin û li benda mirinê ne.

figen_sahin_rewanbej1

Ev hawar ya kê ye hun dizanin? Ya jina Kurde bi navê Figen Şahîn ku ji aliyê keftara ve hate girtin, ji pêş çavê 50 milyon Kurd derxistine televizyonê û qaşo dayik û baveke Tirk dijûn jêre dikirin. Ev hawar ya vê jinê ye, ya Figen e ku ew berî çend rojan birin kuçikên xwe û wekî xwe bera didanê de. Hawara wê jinê ye ku ji aliyê hut û hovan ve hate tazîkirin, deverên wê yên rigezî û jintiyê bi bêrûmetî, bê mirovatî û hovatî destdirêjî kirin.

Ev hawar ya wê jina Kurde li Geverê dema kete mala xwe ya ku bi topan xirab bûyî ew qurana ku pê bawerî tanî ji nav xirbeya derxist. Ev hawar hawara wê dayikê ye ku aş û danê û zadê zarokên xwe yên êvarê dihizire.
Ev hawar ya zaroktiya mine. Ya zaroktiya 50 milyon Kurde.

Ez ne ku bi kelgermiya kuştin û şer van peyvan dinivîsim. Ez hertim tiştên nêzîkî hev dinivîsim. Ez ne ku vê kêliyê kelgermbûme û hema Hawar dikim. Na…
Berî 35 salan dema nîvê şevê dîsan hut û hovan berê xwe didane mala me, nîvê şevê dixwestin deriyê me bişkînin. Min birayên minî biçûk û dayika xwe me hemî tiştên malê didan pişta derî da ku nekevin hundur û zilmê li me nekin.

Beriya 35 salan dîsan 3 leşkerên qunqetehayî dihatin gundê me. Jin û em zarok dixistin avayiya dibistanê û hemî zilamên gund li pêş dibistanê kom dikirin û bi daran diketin ser pişta wan de.

Ev 35 sal bihurîn. Ji sê salî ve ew bûyerên hovane îro jî li ser zarokên heman axê berdewam dikin. Îro jî zarokên 3 salî ji tirsa xew nakin. Dayik di taya zaroyên xwe de çavê wan li deriye. Zilam berxên ber kêrê ne.

Hawara me hun dibihîzin siyaseta Kurdan? HDP û PKK?

2015-08-27-23-40-18-600

BARAN ÇAGLI 7 SALÎ BÛ

 

Bawer nakim. Ji ber ku bi Kurdî ye ev hawar. Ne bi Tirkî ye. Li Bakur bi Tirkî, li Rojava bi Erebî, li Başûr tenê bi soranî ew jî pîtên Erebî divê Hawar bê kirin. Eger na tenê em xwe bi xwe hevdû dibihîzin.
An divê em bi Tirkî hawarê bikin an jî nayê bihîstin.

Eve 40 sale Kurd can, mal, hebûn, zarok, erd, pere, vîn û erza xwe didin PKK û siyaseta Kurd. Lê ne ji bo ku ev roj dîsan wisan berdewam bikin. Ne ji bo ku dîsan Kurd bibin duvikê Tirka û wekî kuçikê li benda hestuyekî bêgoşt ewtêniyê li ber deriyê meclîsa wan ya –Tune- bikin.
Ne ji bo vê yekê bû.
Ne ji bo vê rojê bû da ku her dema tirkan xwest têkevin nav mal û doşekê Kurdan. Termên jinê Kurdan li kolana xirab bikin û careka dîtir bi erz û rûmeta wan bilîzin.
Ne ji bo vê rojê bû da ku jinên Kurd wekî Figen bigrin û bibin ji xwere bikin leyistik pê bilîzin.
Ne ji bo vê rojê bû da ku di dema herî –Pîroz- dema –Aşîtiyê- de jî Kurdên xizmetkarê siyasetê yên dixwestin HDP mezin bikin di erebê xwe de bêne şewitandin.

Ne ji bo vê yekê bû ku Kurd rastî êrîşên cinsî werin, rastî kuştinan werin, rastî tunebûnê werin û dîsan jî diruşmên –EM AŞTIYÊ, EM MUZAKERÊ, EM SIYASETÊ- Dixwazin.

Ne ji bo parsekiyê bû evqas cangorî, evqas talan û wêran, kuştin û tunebûn.

Şermezariya dîroka Kurd çiye? Hun zanin?

savas_kinyanis_10

Herî zêde hetanî mehekê dê hov têra xwe Kurdan bikujin û bi goştên wan bilîzin.
Herî zêde hetanî mehekê dê bi sedan egîd û şêr bêne hilbijartin û bêne kuştin (wekî Savaş ê kinyanîş ku şevî dîtir 26.08.2015 an li Geverê bi 2 zarokên xwe ve ji aliyê polîsên tirk ve hate kuştin. Temenê xwe di nava Gerîllade bihurandibû. Qey wî jî sê gotin rast û -zêde- gotine sedî sed).

Herî zêde hetanî mehekê dê gund bêne şewitandin, dê pêşengê xwedî ar û namûs bêne kuştin.
Herî zêde hetanî mehekê dê dar û daristanên welatê Kurdan bêne şewitandin.
Herî zêde hetanî mehekê li bajarê Tirkan dê êrîş bibin ser Kurdê ku ji başûr hatî û bi tirkî nizanê û dê çifta du lule deynin ser qemçika wî.

Piştre dê Kurd û Tirk dîsan bibin bira…

Dê rêka parlemenê vebê.

Dê zimanê Kurda serbest bikin herfên W,Q,Î,Û
Dê Tirk bibin bira…
Başe dê çi li wî meytê li wê meydanê yê jina Kurd Kevser werê?
Dê çi ji van gund, bajar û dar û daristanên şewitê bê?

Ji bo şoreşê carinan gelek tişt têne fedakirin? Gelo dîsan dê druşim evbê?

Ev kesên hatin kuştin ji kîsî xwe çûn?

Ev kesên bêne kuştin dê ji kîsî xwe biçin?

Hestên tolhildanê ne başin ne li gorî serdemê ne…

Hêrsbûn nebaşe…
Şerxwazî nebaşe…

Hêrs û rik nebaşe…

Hema çi hebê ku îro, di mercên tirkî de nebaşe ez hemiyan dixwazim.
Şer dixwazim… dema 5 salî jî bûm. Dema bavê min ji êşkencê tanîn jî min dixwest.

gever_27_08_2015_rewanbej12

Kuştinan dixwazim… Ji ber ku îro zaroktiya min li Geverê dîsan tê kuştin. Li cizîrê dîsan tê kuştin. Di nav daristanên Efrîqa de jî dema heywanek êrîşî heywanekî bike heywanên dîtir xwe diparêzin. Ew mirîşka di kozikên gundên geverê de jî dema tu êrîş bibe ser ew jî bera te dide. Ji vê xwezayî tir çi heye?
Tolhildanê dixwazim… ji ber ku piştî 35 salan dîsan dayika min li Geverê dixwaze deriyê xwe bigre lê êdî derî jî bi mala wê ve nemaye. Ew qurana ku bi hêviya wê dijî jî maye di bin xirbeyan de.
Aşîtiyê naxwazim… Ji ber ku her peyveke aşîtiyê dibe top û bi ser serê me de banê me tîne xwarê.

Bêgûman Kurd ji bo şer û pevçûna hev jî gelek jîr û jêhatîne.
Ez çareyan ji bo herkesî pêşniyar dikim. Ez jî di navde.

Îro jî bila hemî Kurdistan bibe qurbana zarokêkî Cizîrî. Hemî parlementerên Kurd herin meclîsa xwe li Amedê ragihînin. Bangê li hemî Kurdên çardorê cîhanê bikin û bêjin em vê artêşê hew li vir dixwazin.
Gerîlla çi heye êrîşekî wekî ku bi tirikî dibêjin –Topyekun- yanî gelemperî destpê bikin.
Hemî Kurdên çardorê cîhanê jî, ez jî di navde û hemî Kurdên ku hema tenê bi vê bangê bihese bawer dikim dê xwedî li erd û erza xwe derkeve.

Çawa ez ne ew misilmanim yê ku bi hizrê DAÎŞ tevdigere
Çawa ez ne ew êzîdî me yê ku bi li gel rejîma Iraqê tevdigere
Di heman demê de ez ne ew Kurdim yê bi hemî kuştin, destdirêjî, şewitandin û zilmê bi navê –Qencbûnê – hîna jî xwe bi Tirkîtî û tirkiyê ve bizeliqîne.

Xaleka dîtir di vira de bêjim.
Nirxên me serok û serkêşên tevgerên me ne…
Hemî Serok û rêberên Kurd bi xapandinê hatine kuştin.
Hemî tevger û bizavên Kurdî bi xapandinê tune bûne…
Şêx Seid, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Doktor Qasimlo, Tenê Mele Mistefa ne di navde.
Tev jî bi hîle, fen û fêlbazî hatine kuştin. Û Hemî jî nesîhet û şîreta li nifşên Kurdan re dikin.

-Bawerî bi dijminên xwe newênîn tu carî. Tu demê û li tu deverê neyên leyistika dijminan û zû zû li gel wan nerûnin û hey ji xwe hebin.—

Başe çima hun rûniştin? Hun rûniştin çima hun hatin xapandin? Çima hun bi leyistokeke sivik û hesan hatin kuştin?

Ev jî pirsên min ji nirxên me yên pîroz re.

Îro jî heman leyistok li ser Kurdan dizîvire û vê carê jî ev nexşê dijminan bi ser bikeve. Nifşên pêşerojê yên Kurd we aşkere aşkere xebera bikin. Êdî wekî min sivik jî nanivîsin.

Ez talî jî vêya bêjim. Welatekî demokrat, mirovhez, wekhev xeyala me tevane. Lê ew xeyal çawa ku berî hezaran sal ji girseyên kolan re jî dihate dayîn îro jî ji mere tê dayîn.
Tirkî serê xwe, binê xwe, hezar sal pêş neha û 2 hezar sal piştî neha jî biçe ji tu welatê cîhanê pêşketî tir nabe… Xeyal xweşe lê ne pêkane.
Vî gelî, vî miletî vê netewê Azadî heq kiriye. Meclîseke Kurdî li Amedê heq kiriye, pêwist bike bi goştê laşê me Kurdan bête dorpêçkirin û bête parestin.
Qey ewqas eyb û şerme gelo?

dîtin: 356

Pêveker:

kurdistanda katliyam var