• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurtejiyan û Wesiyeta Şairê Nemir Şêrko Bêkes

Kurtejiyan û Wesiyeta Şairê Nemir Şêrko Bêkes


barkirin: Gelawêj 4, 2013, 6:57


Şêrko Bêkes, Helbestvanê navdar yê Kurd û di heman demê de nûxwaz û nûjen yê Kurd, piştî şerê xwe bi nexweşiyê re yê salekê li welatê Siwêd jiyana xwe ji dest da.

Şêrko Bêkes kurê Helbestavan û Şairê navdar Faiq Bêkes di 02.05.1940 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Helbestvanê navdar hetanî neha bi dehan xelatên wêjeyî yên Navnetewî wergirtine. Xelata herî berçav û mezin ew xelat bû ku di sala 1998 ê de li Siwêd wergirtî Xelata Tuxolskî bû. Xelata herî mezin ya cîhanî bû ku ji helbestvanekî nûjen û nûxwaz yê Kurd re tê dayîn.

Di sala 1986 ê de şairê mezin Şêrko  Bêkes welat bicî hişt û çû welatên xerîbiyê. Di navbera salên 1987 hetanî 1992 yê li welatê Siwêd jiyana xwe domand. Piştî 92 yê dîse vegerha Silêmaniyê.

Şair û helbestvanê nemir Şêrko Bêkes di dema nexweşiya xwe de di nexweşxanê de daxwaznameyek/wesiyetnameyek belav kir. Eve jî wesiyetnameya Helbetsvanê nemir Şêrko Bêkes;

 

Wesiyetnameya Şêrko Bêkesê Şair;

“Naxwazim li ser hîç gir û girdoleyekî navdar bême veşartin. Ya yekem ji ber ku ez ewder tijî bûne û ji ber ku ez hez li qerebalixê nakim.

Ez dixwazim ku eger Serokê Şarewanî û Encûmenê Şarewaniya bajarê min rêkê bidine min û ji bo min rewa bibînin, min di Parka Azadî de li tenişta Gorên Şehîdên 1963 yê li Silêmanî veşêrin. Ew xweştire û tengenefes nabim.  Ez hez dikim ku bi mirin jî nêzîkî wî xelkî, jin û zilamên bajarê xwe, dengê musîqe û sitran û govend û ew ciwanê wê parkê bim.

Bila pirtûkxana min, Dîwanên min û wêneyên min bibin cem mezela min. Bila qehwexaneyek û bexçeyekî biçûk li wî cihî hebê ji bo ku şair, helbestvan û nivîskar û kur û keçên dildar bibine mêvanê min.

Dixwazim ji neha ve bi çavê xeyal temaşeyî wê parkê bikim û piştre mirina xwe bibînim.
Dixwazim li ber çirîkeya(Dengê bilind yê taybet) Dîlan û Eleweysiya (Şêwazekî taybet yê musîqê ye) Merdan û sirûda “Xweda Wetan Ava bike”  ala Kurdistan li min bête pêçan û bême veşartin.
Dixwazim di serxweşiya min de musîqe lê bidê, di nav mezela min de tabloyê ciwan yê hunermendên bajarê min bête helwesandin.

Dixwazim piştî min bi navê BÊKES xelateke salana bête saxkirin û ji bo Dîwana helbestan ya herî baş ya wê salê bête dayîn, û mesrefa vê xelatê jî ji wî mîratî bête dayîn yê ku min şûn xweve hiştiye.”

 

Wergêr ji Soranî û berhevkirin: Agirî Soran û Selah Bayezîdî

 

 

Helbesta navdar ya nemir Şêrko Bêkes bi navê  “Nameyek bo xwedê”

dîtin: 315

Pêveker:

kurtejiyan û wesiyeta Şairê nemir Şêrko bêkes