• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurteyek ji dîroka Mukrî yan

Kurteyek ji dîroka Mukrî yan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Sermawêz 5, 2014, 9:55


Kurdistana Mukrî yek ji navendên çalak û bajarvaniya Kurdistanê ye ku bi axa xwe ya dewlemend û deştên çerandinê yên tije ber ji herêmên avedan ên Îranê û bi av û hewaya xwe ya dîmenên dilkêş ên xwezayê ye

 

Mukriyan li Kurdistanê herêmeke naskirî ye ku navenda wê Mahabad an jî paytexta komara sala 1946’an a Kurdistanê ye. Yek ji deverên ku serhildanên siyasî lê çêbûne û nasnameya kurdan a neteweyî deyndarê wê xebata jin û mêrên herêma navbirî ye. Di qadên civakî, aborî û siyasî Mukriyan yek ji herêmên berçav li Îranê ye. Ji bo wê jî siyaseta dewletê (ji dema Sefewiyan heta roja îro) li dijî avedanî û pêşketina wê herêmê bûye.

 

Bi kurtî dîroka herêmê wiha ye: Kurdistana Mukrî yan jî welatê Mukrî herêmeke li rojhilatê Kurdistanê ku ji bakur bi derya Ûrmiyeyê û Selmasê (Şapur), ji başûr bi herêmên Pişder û Sinendec, ji rojava bi Şarezor (Zul) û ji Rojhilat jî bi deştên Efşar û Miyanduaw ve hevsinore. Sînorên sirûştî ên herêma Mukriyan ev ên jêrin: Li bakur gola Ûrmiyeyê, ji başûr rûbarê Cexto, ji rojhilat çiyayên bilind ên Zagros û ji rojava jî deşt û zeviyên berfireh û bixêr yên Kurdistanê. Di dîroka çand û wêjeya Mukriyan de Îbrahîm Efxemî der heqê xwezaya Kurdistanê de bi zimanekî xweşik wiha nivîsandiye: “Li vê herêmê (Kurdistana Mukrî) sirûşt li hemberî mirov hakim û girêdana rêzeçiyayên bihevre girêdayî, îmkana hemû cûrên çalakiyan ji wan standine.

Rê yan jî cade bi bilindahiyên xwar û xîç û tije astengiyên çiyayan re li hev hatine û çiqas ku em ji rojhilat ber bi rojava ve biçin, zêdebûna hatin-çûyîna li herêmên bilind kêmtir dibe û rêvîngên ku ji vê herêmê derbas dibin wan zehmetiyên derbasbûna ji cihên bilind baş dibînin.’ Li herêmê ku wekî di dîtina yekê de weke cenetê tê ber çav, piraniya gundan di dilê çiya û deşt û herwiha di etmosfêrekî girtî de hatine çêkirin. Ev rewş jî bûye sebeba wê hindê da ku rûbarê malan kêmtir be an jî mal biçûktir bên duristkirin. Di nîva meha sibatê de ew befrên ku di dirêjahiya mehên payîz û zivistanê de serê çiyan girtine ji ber germa zêde hêdî-hêdî dihelin û piravbûna rûbar û ava gundan zêdetir dibe. Her wiha dibe sedema belavnebûna nifûs û gundiyan. Bi awayekî ku pir kem tê dîtin ku gundên wira hejmara malên xwe ji 30 malan derbas bike, lê niha carna hinek gund hene ku hejmara malên têde digehe 50-60 malan jî.

Heta ji ber bilindbûna çiyayan û xwariya wan ya zêde, çem an jî rûbar piranî di rêyekê de hereketê nakin û gundî nikarin bi qasî ku lazime ji bo karê çandiniyê sûdê ji ava wan rûbaran bistînin. Neçar ji bo avdaniya zeviyên xwe ji amrazên weke motorpomp, bîrên kûr û tiştên weke wan sûdê distînin û li deverên ku av zêde heye û derfetên karê çandiniyê ji cotyaran re çêkirine, hejmara nifûsa rûniştvanan jî zêdetir e. Hêşta jî reng û rûyê jiyana li wir ewqas nehatiye gûherandin ku mirov nekare ferqên mezin di navbera çînên civakê de li wira nebîne. Hinek gundî sê danên salê ji bo debara jiyana xwe li ser erdê feodal û dewlemendan kar dikin lê di dawiyê de jî ne xwediyê mal, jiyan an jî samanekî wisa ne ku bikarîbin salekê îdara xwe bikin!..

Av û hewayê Mukriyan

Ji taybetmendiyên av û hewayê van herêman havînên pir germ û zivistanên sar û qeşagirtî ne. Pîleya herî bilind piranî 5/38 li ser sifrê û carna jî ji wê derbas dibe û pileya herî kêm a ku hemû salê hatiye dîtin ku 20 pîle di bin sifrê de ye. Ev karê han dibe sedem ku erdê pirxêr û bêr yê Kurdistana Mukrî pir bedew û xweşik bê ber çavan. Bihar û zivistan demsalên herî dirêj yên vê herêmê ne. Pîleya herî bilind a germê di tîrmehê de û pîleya herî kêm jî di meha Befranbarê de ye. Navgîna germa salan e li vê herêmê 13/5 pile ye. Bi awayekî navincî 45 roj ji salê ji esman befr û baran dibarine ser erdê ku ev hejmar li deverên bilind yên ser sinor zêdetir dibe. Zêdebûna barînê li cihên cur bi cur û di demsalan de, ji hev cuda ye. Meselen piraniya baranê li Mahabad di mehên kanûn, sibat û adarê de ye. Ger li rojên bêbaran binêrîn aşkera dibe ku Mukriyan erdekî hişk û bêave û ev faktor jî bûye sedem ku hejmara nifûsê li herêmên wê ji hev cuda be. Yanî li hinek navçeyan zêde û li hinekan jî kê kes dijîn. Kurdistana Mukrî yek ji navendên çalak û bajarvaniya Kurdistanê ye ku bi axa xwe ya dewlemend û deştên çerandinê ên tije xêr ji herêmên avedan yên Îranê û bi av û hewayê xwe yê letîf û dîmenên dilkêş yên xwe, jin û mêrên wiha perwerde kirine ku di dirêjahiya dîrokê de ji parêzvanên fîdakar ên van sinor û welêt bûne.

 

Emîr Şerfxan û Mukriyan!

Bi nêrîna min şirove an jî îzaha ku cara yekê Emîr Şerfexan Îbn Şems Eledînê Bitlîsî di pirtûka Şefnameyê de kiriye, derheqa peyva Mukrî de durist nîne. Wî peyva Mukrî bi peyva ‘mekirbaz’ ku di zimanê tirkî de tê wateya hîleger û sextekar şaş fam kiriye û Emîr Seyfedînê Mukrî wek kesekî hîleker û sextekar binav kiriye!.. Di dîroka Kurdistanê de Dr. Sidîqî der heqê peyva Mukriyan û koka wê de wiha nivîsandiye. Li gorî nêrîna mamoste Cemîl Rojbeyanî, Mukriyan ji du peyvên Mog (Mager an jî Magî) û Riyan pêk hatiye û çimkî di çaxê beriya îslamê de, agirdanaka mezin a Azergûşseb li Textê Silêman bûye û Yersan Moger û mezinên olî yên Zerdeştî di vê rêyê de hatin û çûyîna wê agirdankê kirine, ji ber wê jî ew wek “ Mog Rî Yan” yanî rêya hatin û çûyîna Mogan binav kirine ku piştre bûye Mukriyan.

Di vê der barê de nemir Husên Huzinî Mukriyan di dîroka Atroyat de dinivîse: “… Ev peyv ji Mehakariyan hatiye û weke diyar yek ji qebîleyên Aşûr-Mad bûne.(mimkûn e jî ku ev peyva Mahkariyan ji Mahdagî ‘meha çiya’ hatibe ku li nêzî kela Qasimloyê ye û ji wan Medan re hatiye gotin ku li wira jiyane û wek Mahkariyan hatine binavkirin.) Der heqê desthilatdarên Mukrî de Şerfxan Ibin Şemsedînê Bidlîsî di pirtûka Şerfnamê, anku dîroka berfireh a Kurdistanê de wiha nivîsandiye.” Li ser navê hakimên Mukrî bi gotina mezin û feqiyên şerîetê koka hakimên Mukrî digehe qebîleya Mukiriye ku li herêmên Şarezor dijîn û li gor hinek gotinên din ên rast ji hakimên Baban hatiye. Wekî tê gotin kesek binavê Sêyfedîn ku mirovekî hîleker û kesekî durû bûye gelek ji eşîreta Baban, komek sultan û eşîretên din yên Kurdistanê li dora xwe kom û herêma Diryas ji tayîfa Çabqilo standine û herêma Dole Barîk û herêma Axtacî û Îltemor û Sildoz bi Diryasê ve girê dane û tayfên ku li dora wî kom bûne bi navê Mukrî hatine nas kirin. Di destpêla sedsala heştemîn a Hicrî de herêma Mukriyan ji bajarên jêr pêk hatibû: Oşneviye (Şino), Lacan (Pîranşar), Neqede, Ûrmiye, Sayîn Qela, Miyanduaw, Serdeşt, Bokan û Sawcbilax an jî Mahabad. Di çaxê hêriş, talankarî û desthilatdariya Megolan de piraniya xelkê van herêman hatine kuştin û di çaxê Ak Koyunlu û Kere Koyunlu kurdên Mukrî bi şer û lêdan hemû erdê xwe ji wan standin û alahelgir û qehremanê van serkeftinan Mîr Seyfedînê Mukrî bûye. Dr. Sidîqî nivîskarê pirtûka Kurd û Kurdistan di vê derbarê de wiha dibêje: “Mukrî navê yek ji tayfeyên kurd e ku sê tîre ne; Mengur, Mameş û Pişder ku li herêma Mahabad û Banê dijî û piranî karê çandinî û pezdariyê dikin. Di demên berê de hikûmeta Mukriyan di destên wan da bû û piraniya wan mêrên netirs û dilêrin û ji vê tayfê kesayetiyên mezin û navdar rabûne.”

 

Azadiya Welat

dîtin: 646

Pêveker:

kurteyek ji dîroka mukrî yan