• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kuştina zarokan li Kurdistanê

Kuştina zarokan li Kurdistanê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Êlûn 4, 2014, 10:12


Nikarim rûyê wî, bêdengî û xema wî ya giran ji bîr bikim. Ew teslîmî wê qedera reş bû ku nedixwest bibe para wî. Gelo kes heye ku dîmenên wî dîtibin û hêsir bi ser çavên wî/ê de nebarîbin!??
Min xwe amade dikir ku biçim Rojavayê Kurdistanê û li Dêrikê „sembola tevkujiya Şingalê, sembola mezlumiyeta hemû zarokên bêxwedî li Rojhilata Navîn“ bibînim û çavên wî yên birîndar, tilên wî yên şewitî û rûyê wî yê qelişî sedan car maç bikim.
Li Şingalê maleke wan hebû. Bi karê dê û bav re stargeheke wan a germ çêja jiyanê li ber dilê wan şirîntir kiribû. Ji çar zarokan yek pir şirîn bû. Çav şîn, rûgeş û tim bêdeng bû!. Nîvişkan an jî felc hatibû dinê, lê heta demeke dirêj kesî nedizanî ku dema hatiye dinê ji ber kêmbûna oksîjên, mejiyê wî felc bûye. Yekemîn zarokê malê bû, ji bona wê jî bibû rewş û bedewiya wê malbata biçûk. Wî jiyaneke nû di malbatê de dabû destpêkirin, ji ber wê jî navê wî kirin Ezîz. Ezîzê ku piştre di rojên reş û nexweş de ne li ber dilê dê û ne jî li ber dilê bavê xwe „ ezîz û xoştivî „ mabû!!.
Roj 3yê Tebaxa sala 2014an bû. Bayekî reş vê carê dihat ku fermaneke din jî di dîroka Kurdên Êzidî de tomar bike. Xemsariya parêzvanên herêmê û tirsa xelkê ji hovên siyahpoş dîsa bû sedem ku rûniştivanên gund û bajaran berê xwe bidin çol û çiyayên rep û rût.
Nizanim di hemû dîrokê de çend kesên bextreş mîna „Ezîzê biçûk“ hebûne ku ji hêlekê rastî kîn û kerba sirûştê, ji hêlekê rastî bêdilovaniya dê û bav û ji hêla din heta Xweda jî xwedîtiyê lêneke!!!

Dem û satên dijwar
Di tofana germ a wê havînê de wan ew bi tenê di bin keprekê de (ew jî kepir çi kepir), hêlan û çûn! Canê nazik bi „emana Xwedê!“ hiştin û tenê carekê li pişta serê xwe nêrîn ka Ezîzê wan yê çi bike!! wî bextreşê zar jî wiha dizanî ku ewê dîsa bên û wî jî weke xwîşk û birakan bixwe re bibin, lê saet û dem derbas bûn û tîrêjên roja germ canê wî canikê delal û şirîn gûvaştin û gûvaştin. Qêrîn, hawar, nalîn û girîn,…ne!…. haya kesî jê tunebû. Hêdî-hêdî dengê wî di qirka wî ya nazik de fetisî. Gelo ka hûn bêjin di bêdengiya wê şeva reş de Ezîz çi kişand?!
Erê… Şev bi ser da hat, lê têhnîtî, birçîtî û şewata rûmet û tiliyên wî yên nazik deqekê jî xweşî nedidayê. Sibeha roja piştre êdî wî her tişt reş didît. Livîn tunebû, vê carê çav jî çûn. Tîrêjên wê tava germ û har bînayî jî jê standibû. Çavên şîn û bedew bi rengê ewrekî tarî hatibûn dapoşîn. Êdî ketibû halê mirin û bêdengiyê. Ezîz bêkes û xwedî mabû û heta nedikarî biçûktirîn liv û lebatê jî bike. Ev rewş çiqas kişandibû kes nizane. Roja yekê qêrîn û hawarên Ezîz bala kesî nekişandin, her kes di fikira xelaskirina canê xwe de bû. Dema gerîlayên YPGê ew peyda kirin êdî kerr û bêdeng bibû. Ketibû komayê û tenê carna hêsireke bi şewat rûyê wî ter dikir. Ketibû şokekê û dilê wî yê nazik jî ji lêdana normal ketibû. Çend roj derbas bûn û zarokê bênav û nîşan li nexweşxaneya bajarê Dêrikê wefat kir. Navê wî danîbûn Şingal. Çar saet piştî mirina wî bavê wî gehişt ser serê kurê xwe… êdî bêfeyde bû û Ezîz nema dixwest bavê xwe yê dilreq bibîne. Xatir jî ji dê nexwestbû. Ma mezlumiyeta insanekî bêguneh yê bi çi bê pîvandin?!

Sembola tevkujiyekê
Ezîz bû sembola 74mîn fermana Kurdên Êzidî. Li Helpeçe Omer Xawer canê xwe kire qûrbana zarê xwe yê sava lê Ezîz li deşt û berîyên hişk ma û li ser dinê rastî wê cehnemê hat ya ku di kitab û hedîsan de pir li ser hatiye nivîsandin.
Reva bi kom û reş ji ber reşpoşên ku digotin:“ emê edaleta îlahî bînin…“ û mizgîniya hikûmeteke îslamî a weke serdema Mihemedê kurê Mistefa didan xelkê, bû sedema mirin û kuştina bi hezaran kesan!! 1500 sal derbas bûne û ew hikûmet hê jî nehatiye ku em edaleta îslamî bibînin. Ya ku me dîtiye tenê kuştîn, talan û wêrankirin bûye. Edaleta ku DAÎŞ li ser diaxivin min sala 1978-79an li pey „Cihada Xumêynî“ dît ku li gundên Qarna û Qelatan( girêdayî bajarê Neqedê ) pasdarên hov li dijî jin, zarok û Kurdên wira kiribûn. Ew rojên tije tirs hêşta jî li bîra min mane, lê xema Ezîz ji hemû xemên dinyayê mezintire. Xweziya zimanê kevir û darên çiyayê Şingalê hebûya û behsa wan dem û satên tirajîk bikirana ka di wan şevên tarî û wan rojên germ de Ezîzê reben çi dît û çi kişand.

Tevkujîyên din!
Dîroka tevkujî û tirajêdiyan li Kurdistanê dûr û dirêje. Duh Helepçe, pêr Dêrsim, gelîyê Zîlan, Agirî û îro jî Şingal… nizanim heya kengî yê ev êşên giran tenê rastî me bên?! Ma Enfal û zinde bi gorkirina 182.000 kesan dikare ji bîra me biçe?
Nasnameya şerên giran û tije hovîtî bi kuştina zarok û jinan tê diyar kirin. Neonazîstan di çaxê şerê cihanê yê duyemîn de çend milyon jin û zarên Yehûdî kuştin, lê dîrokê ew cinayet ji bîra xwe nebir. Di tevkujiya Eremeniyên di bin desthilatdariya Osmanîyan de sedha hezar zarok hatin kuştin an jî ji birçibûn û bêxwedîtiyê canê xwe ji dest dan. Sala 1938an li Dêrsimê saleke giran û xedar bû ku li pey şikesta serhildanê dehan hezar jin û zarok bi gazên kîmyawî hatine kuştin.

Armanca yekê zarok in!
Di hemû şeran de zarok armanca yekê ne ku têne kuştin. Li gor raportên UNICEF( United Nations Children’s Fund ) di deh salên derbasbûyî de zêdetir ji 300 hezar zarok wek şervan di qada şerên giran de hatine neçar kirin ku bêxweziya xwe şer bikin. Di dehan şeran da ew hatine kuştin û birîndar kirin. Herwiha zêdetir ji du milyon zarok hatine kuştin û şeş milyon jî bi awayekî felc bûne ku êdî nikarin di hemû temenê xwe yê mayî de baş bibin. Piştî ku ew zarok hinek mezin dibin ew di rewşeke saykolojî a pir xerab de carna xwe dikujin.
Li pey hêrişa Amerîka bo Îraqê û têkçûna rejîma Sedam Husên bi qasî sê milyon mirov bêmal bûn ku nîva wan zarok bûn. Li pey hêrişa DAÎŞê bo ser Kurdistanê jî zêdetir ji sedhezar kes der bi der bûne ku bêtir ji nîva wan zarok in.
Li pey bombebarankirin û wêrankirina her gund an jî cihekî Kurdistan, Sûriye, Îraq an jî Efxanistan hezarn kes hatine kuştin ku tenê nîva wan zarok bûne.

DAÎŞ û zarok
Çete û komên terrorîst ji xeynî kuştina zarokan carna wan didizin û bi bertîleke pir giran wan azad dikin.
Zarokên ku di şerên herêmê de dayik û bavê xwe ji dest dane bi zextên rûhî re rû bi rune. Ger wiha rewş biçe paşeroja civakê yê xwedî nifşekî nexweş û nerihet be ku nekare heta karê jiyana xwe jî birêve bibe.
Şerê li Gaza( Filistîn ) yek ji wan tirajêdiyên giran bi xwe re anî ku li gor anketa UNICEF 447 zarokan jiyana xwe têde ji dest dane û mixabin piraniya wan şîrxwar bûn. Herwiha li gor wê raportê 2900 zarokên Filistînî di nava birîndarên bajarê Gaza da têne dîtin.
Zarok ji bo meremên terorîstî û propagandeyên du aliyên şer jî têne bikar anîn. Rêxistina Taliban û DAÎŞ di karekî wiha de mejiyê zarokan dişûn û ji bo armancên siyasî û kiryarên terorîstî bikar tînin.
Hê jî kes nizane li pey tevkujiya Şingalê çiqas kes hatine kuştin, lê dîmenên ku di raya giştî de belav bûne vê rastiyê didn eşkere kirin ku zêdetir ji 4 hezar kes hatine kuştin an jî li pey revê ji birça, têhnîtî û nebûna derman jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan jî jin û zarokin ku 500 kes ji wan jî bi rêya DAÎŞê hatine êsîrklirin.

Pirensîpên şerkirinê
Di Rojhilata Navîn de pirensîpên şerkirinê tunene û aliyên şer girîngiyê nadenê. Ew ter û hişan bi hevre dişewtînin. Xuyaye ku ji du alîyên şer re berjewendîyên wan ji can û malê kesên sivîl girîngtirin. DAÎŞ di deqeya yekê ya dagîrkirina her gund û bajarekî de bi şêweyên herî hovane xelkê dikujin û rehmê bi kesî nakin. Ew dixwazin bi rêya tirsê armancên xwe yên îdolojîk ber bi pêşve bibin. Ew bi bê li ber çavgirtina taybetmendiyên zarokan ên hisî û rûhî heta zarokên xwe neçar dikin ku serên birrî yên dijberên xwe li derekê komî ser hev bike. Herwiha li gor raportên dawiyê êm rêxistinên mafê mirovan DAÎŞ zarokan hem wekî çeperek insanî li hemberî hêrişên artêşa Îraqê bikar tîne û hem jî wan wek rênimon ji bo naskirina cihên dijberên xwe bikar tîne. Ji bo van armancên dûr ji rêbazên exlaqî-insanî heya niha li Mûsil û derdora wê nêzî 200 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor nêrîna rewannasên mezin zarokên ku bi şer re mezin dibin yê tim di jiyana xwe de kesên bêhis, bêatîfe û yê her dem li benda derfetekê bimînin ku tola xwe ji kesên derdorê vekin. Ger kesên wiha nekevin ser rêya jiyana xwe ya normal, êdî yê wek nifşekî bênav û nîşan bimînin ku heta dê û bav jî nikarin wan kontrol bikin.
Êdî bese bila zarok tim gulên jiyanê bimînin. Bila êdî “ Ezîz ”ên me wiha erzan ji destê me neçin. Kuştina zarokan li Kurdistanê dikare mejiyê civakê tevlîhev bike û heta“ nifşekî wendabûyî ” bi vê rewşê re biafirîne. Divê em tev pir şiyar bin.

 

dîtin: 433

Pêveker:

kuştina zarokan li kurdistanê