• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Lavocatisaurus agrioensis

Lavocatisaurus agrioensis


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 3, 2018, 10:50


Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat.

Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal berê jiyabûye bidest xistin. Navê cureyê nû Lavocatisaurus agrioensis e.

 

Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî bi xebata xwe jêmahiyên sê heb îzdeharên ji koma sauropodayê bidest xistin, qaqotên xurt, histû û boçika dirêj taybetmendiyên sereke ên endamên ji koma sauropodayê ne û li ser rûyê erdê ji endamên vê komê mezintir candarek din nejiyaye. Brachiosaurus û Diplodocusê ji koma sauropodayê pirr navdar in.

 

Jose Luis Carbadilloyê ji mûzeya Egidio Feruglio ê paleontolojiyê a li Patagoniyê ye wiha dibêje; “Hema-hema me tevahiya beşên serê îzdeharê, poz, çene, didan û hestiyên li der û dora çavên îzdeharê, bidest xist. Tevahiya qiloxê îzdeharê jî, ji sedî-nod û çar, li ber destên me ye. Dîsa me bi xebata xwe beşên histû û boçika dirêj jî bidest xist. Em a niha li ser çêkirina nimûneyê a cureya nû dixebitin.”

 

Hestiyên vedîtî ên Lavocatisaurus agrioensisê 12metre û du hebên din ên 6 û 7metre dirêj in. Carbadillo wiha berdewam dike; “Bi rastî dema me biryar da ku em bixebitin, qet hêviya me jê tunebû ku em rastî fosîlên îzdeharê bihên. Cihê me xebatên xwe pêk anî, çolistanek bû, li nêzikê bajarê Neuquénê ye. Em pirr pê kêfxweş bûn ku xebatên me bêencam û vala derneketin.”

 

Çavkanî: Acta Palaeontologica Polonica

dîtin: 18

Pêveker:

arjantîn Îzdehar xebat dîno zanist