• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Leonardo Di caprio di Konferansa NY yê de axifî

Leonardo Di caprio di Konferansa NY yê de axifî


barkirin: Êlûn 26, 2014, 1:56


Lîstikvanê filman yê navdar Leonardo Di caprio di konferansa guhertina keş û hewayê ya Neteweyên Yekgirtî de kete rojeva medyayê.
Leonardo Di caprio ku serleyistikvanê Filmê navdar -Titanik- û yê gelik filmê dîtir e di konferansa Neteweyên Yekgirtî de axifî bal kişande ser wê yekê ku guhertina keş û hewayê ya cîhanê ne tenê mijarên siyasî ne lê belê di heman demê de mijarên jiyanîne.
Di Caprio weha bang li serokên cîhanê kir û got; Karê min ewe ku ez bilîzim lê yê we na. Mirovên ku li deverên dîtir yên cîhanê dijîn dikarin dengê we bibihîzin. Arîşeyên guhertina keş û hewayê bi lezgînî berdewam dikin. Neha jî dema we ye. Dem ew deme ku ji bersivek ji bo tekoşîna herî mezin ya mirovatiyê re bête dîtin.

Li gel axaftina ku hatî ecibandin ya Leonardo, milk û semyanê wî jî kete rojevê. Leonardo Di Caprio piranî bi firokên xwe yên taybet rêvingiyê dike û di asteka bilind de jiyana xwe didomîne û di warê mesref û bikaranîna amêrên navgihêniyê de pir jî guh nadê keş û hewayê.

 

 

dîtin: 245

Pêveker:

leonardo di caprio di konferansa ny de axifî