• Têketin
  • Ziman
Leşkerên Tirk Gerîllayên Kurd îşkence dikin

Leşkerên Tirk Gerîllayên Kurd îşkence dikin


barkirin: Êlûn 17, 2015, 10:33


Di rojên borî de çend wêne di torên civakî de hatine weşandin ku tê îdîa kirin yên Gerîllayên HPG’ê ne.

Di wan wêneyan de xuyaye ku leşkerên Artêşa Tirk bi awayekî hovane gerîllayên Kurd îşkence kirine. Dest û piyên wan gerîllayan hatine girêdan û yek ji wan ji ber îşkenceyan ji hiş çûye.

Tê îdîa kirin ku roja 15’ê Îlonê li taxa Meman a Tekmana ser bi Erziromê ve 3 Gerillayên Kurd di navgînekê de dîl ketine destê leşkerên Tirk.

Leşkerên Artêşa Tirk piştî ku îşkence li şervanên Kurd kirine, wêneyên encama kiryarên xwe di torbendên civakî de belav kirin.

Heya niha nasnameya wan sê gerîllayan nehatiye diyar kirin.

image

image

image

dîtin: 390

Pêveker:

leşkerên tirk gerîllayên kurd îşkence dikin