• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Leyla Zanayê cardin bi Kurdî sûnd xwar

Leyla Zanayê cardin bi Kurdî sûnd xwar


barkirin: Gelarêzan 17, 2015, 7:09


Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Agiriyê, Leyla Zana di merasîma sûndxwarina di parlementoya Tirkiyê de cardin bi Kurdî axivî.

Îro 17’ê Mijdarê li Parlamentoya Tirkiyê heyama sûndxwarina 26’min destpêkir.

Dema dora Leyla Zanayê hat, navbirî çû ser kursiyê û cardin bi zimanê Kurdî axivî.

Zanayê beriya sûndxwarinê got: “Bi hêviya aşitiyek bi rûmet û mayînde.” û piştre sûnd xwar.

Piştî sûndxwarina Zanayê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê, Deniz Baykal ku di heman demê de parlamenterê CHP’ê ye dijberiya sûndxwarna Zana kir û got: ”wê sûnda parlamenteriyê baş nexwediyê” û ji Zana xwest sûndaxwarina xwe dubare bike, lê Leyla Zanayê sûnda xwe dubare nekir.

Tê gotin sûnda Leyla Zanayê ji bo ku li şûna peyva ”Gelê Tirk” gelê Tirkiyê bikar aniye nehatiye pejirandin.

Hêjayî gotinêye di hilbjartinên sala 1991’ê de Leyla Zana bi rita lîsteya Partiya Gelparêz a Sosyaldemokrat (SHP) derbasî Parlamentoya Tirkiyê bibû û piştî sûndxwarinê gotibû: “Ez vê sûndê bo biratiya gelê Kurd û Tirk dixwim.”
Gotina Zanayê di Parlamentoya Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hatibû û piştre parêzbendiya Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Ahmet Turk, Sirrî Sakik û Mahmut Alinak hatibû rakirin.
Dozgerê vê demê ji ber sûndxwarina Zana û mafparêziya wê ji bo gelê Kurd berdarî jê re xwest. Di dawiya dozê de, ji ber îxaneta li Tirkiyê, 15 salan cizayê girtîgehê lê hate birîn. Zana di sala 2004’ê de piştî qedandina hepsê ji girtîgehê derket û niha cardin parlementer e.

 

 

dîtin: 314

Pêveker:

leyla zanayê cardin bi kurdî sûnd xwar