• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Gundên Amedê hatin şewitandin

LEZGÎN | Gundên Amedê hatin şewitandin


barkirin: Gelawêj 18, 2015, 7:21


Li gorî nûçeya DIHA yê belav kirî, li Gundên Amedê êrîşên ji yên salê 90 xirabtir pêk hatine.
Hate ragihandin ku bi taybet li Lîcê, Hêne û Karaz êrîşên diwjar pêk hatine. Hate diyarkirin ku li van gundan bi dehan xanî ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê ve hatine şewitandin, gund hatine bombebarankirin û gule li ser xelkên deverê hatine reşandin.

Li gorî ku gundiyan ji weşanan ve ragihandî dibêjin; Gelik xanî dişewitin, meytên kesan hene û birîndar pirin. Leşker destûr nadin em meytan û birîndarên xwe wergirin.

Li Amedê Lîcê gundê Zerê dîsan êrîşekî hovane pêk hatiye û xanî hatine şewitandin, gule li ser gundiyan hatine barandin. Hat gotin leşkerên artêşa dagirker destûr nadin kesek ji malên xwe û gundên xwe derkeve.

Gundên ser bi navçeya Hêne ve Hurî, Çakil û Mazlî jî hatine şewitandin. Hate ragihandin ku gund him ji bejayê him ji jor ve hatine bombebarankirin. Hîna di derbarê kuştî û birîndaran de tu agahîn nehatine wergirtin.

Li Gundê Koçer jî gelik gundî mane dinava dorpêça agir ya leşkerên Tirk de. Bi vê boneyê gelik Kurd bi pêşengiya HDP çûne deverê da ku parestina kesên asêmayî bikin. Lê leşkerên dagirker gûle reşandine ser van kesan jî di encam de Hevserokê Hênê Nevin Oktay birîndar bûye.

Li Deşta Fîsê jî nêzîkî gundê Pîrik navgînek ji aliyê leşkerên dagirker bû armanca gulebaranan. Hate diyarkirin ku rewşa kesên di navgînê de girane.

Nişteciyên Amedê diyar dikin ku li Amedê xetên Telefonê û Înternetê kar nakin û dibe ev şev êrîşên dijwar ji aliyê leşkerên Tirk ve bêne pêkanîn.

 

dîtin: 276

Pêveker:

lezgÎn gundên amedê hatin şewitandin