• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Li Şemzînanê çar roje şer berdewame

LEZGÎN | Li Şemzînanê çar roje şer berdewame


barkirin: Gelawêj 18, 2015, 6:09


Ji navçeya Şemzînanê îro piştî çar rojan xetên telefon û înternetê kar kirin. Piştî karkirinê nûçevanê Rewanbêj Berdan Şemzînanî bûyerên Şemzînanê ragihandin.
Berdan Şemzînanî ji nava bajêr eve diyar kir.

Eve çar roje derketina kolanan ne pêkane. Em hemî di malên xwe de asê mane. Li nava bajêr xaniyên me tev dane ber top û hawina. Li gorî em dibînin agir bi gelek xaniya ketiye. Ji xwe eve 4 roj bû xetên telefonê û înternetê kar nedikirin. Bo vê yekê nişteciyên Şemzînanê di tirs û gumana malbatên xwe de bûn. Di van herdu rojên dawî de êrîşên ser mala dijwartir bûn. Li gorî em dizanin Gerîlla û leşkerên tirk di nava bajêr de şer dikin.

Li gorî ji me ve dixwiyê gelek mal xirab bûne.
Wekî dîtir jî gundê Şapata jî eve çend roje ji ber şer wêran bûye. Him Gerîlla him jî leşkerên Tirk di nav gundde şerê hev dikin. Xelkê deverê derfet nedîtin ku gund vala bikin. Herkesek di malên xwe de bê peywendî dimîne.
Tu agahî di derbarê kuştî û birîndaran de nînin.

Nexweşxane asê kirin

Wekî dîtir jî nexweşxaneya bajêr ji aliyê leşkeran ve hate asêkirin. Tenê leşker bikar tînin. Tevgereke neasayî di nava nexweşxanê de heye. Diyare birîndarên leşkera pirin.

 

Şemzînanî tenê dixwazin heya Kurdên bajarên dîtir ji wan hebe

Kesên ku me derfet dît bi wanre axifîn tenê dixwazin heya Kurdan ji Şemzînanê hebe. Ji ber ku ji helwestê hêzên artêşa Tirkî diyare dê kuştinan pêk bînin. Bi berfirehî çi bûye û çi nebûye jî nayête zanîn. Dibe komkujiyan jî pêk bînin. Ji bo vê yekê herkesek dixwaze bi rengekî dengê xwe bighîne derveyî Şemzînanê û Kurdên deverên dîtir hişyar bikin.

 

Rewanbêj/Berdan Şemzînî

 

semzinan_01 semzinan_02 semzinan_03 semzinan_04 semzinan_06 semzinan_07 semzinan_nu01 semzinan_nu02 semzinan_nu03 semzinan_nu04

dîtin: 235

Pêveker:

lezgÎn li Şemzînanê çar roje şer berdewame