• Têketin
  • Ziman
LEZGÎN; Tê gotin ew fermandarê polîsa dîl hatiye girtin

LEZGÎN; Tê gotin ew fermandarê polîsa dîl hatiye girtin


barkirin: Êlûn 10, 2015, 1:41


Ji aliyê MED NÛÇE ve hate ragihandin ku HPG daxuyaniyek daye û di vê daxuyaniyê de diyar kiriye Fermandarê Polîsa ewê 5 ê tebaxê li Geverê 53 Kurd li erdê dirêj kiribûn û gef li wan xwarî dîl hatiye girtin. Li gorî nûçeyê vî fermandarê Polîsa poşmaniya xwe bo rayedarên HPG rave kiriye û xirabiyên Dewleta Tirkiyê derbiriye.

Polîsê bi navê Ersin Demirel 5 ê Tebaxê ya îsal li kargeheke Geverê bi destê komek tîmên taybet 53 Kurd li erdê dirêj kiribûn û ev gotin kiribûn; Ez we tevan dinasim. Kesek nikare xiyanetê li dewletê bike. Vê deweletê çi li we kiriye? Hun dê hêza Tirk çiye bibînin.

Fermandarê Polîsa Ersîn Demirel li Geverê gelek caran vekirî û aşkere êrîş biribû ser Kurda û bê pîvan hêz bikar anîbû.

Piştî bûyera karkerên Geverê PKK jî ev polîs hişyar kiribûn û Hevserokê Konseya PKK Duran Kalkan ragihandibû ku nav, navnîşan û wêneyê vî Fermandarê ku gef li gel xwarî di dest wan de heye.

Dihunê (09.09.2015) ê ji aliyê Med Nûçe û ANF ve daxuyaniya HPG hate belavkirin û hate ragihandin ev Polîs dîl hatiye girtin û li himber wî nêzîkatiyeke bi dad hatiye ravekirin.

Piştî ku HPG revandina Fermandarê Polîsa Ersin Demirel ragihand rayedarên Dewleta Tirk ev yek ne pejirandin û gotin derewe kesekî wisan dinav rêxsitina Polîsan de tune. Lê belê ji aliyê Media PKK ve hate ragihandin ku ewê sibê dîmenan belav bikin.

 

 

ersin_demirel_polis1

 

ERSIN DEMIREL KÎ YE?

dîtin: 490

Pêveker:

lezgÎn gotin ew fermandarê polîsa dîl hatiye girtin