• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Vê carê jî êrîşî Medyaya Kurdî kirin

LEZGÎN | Vê carê jî êrîşî Medyaya Kurdî kirin


barkirin: Êlûn 28, 2015, 8:20


Dewleta tirk, li gel terora dijî gelê Kurd vê carê jî êrîş bire ser Medyaya Kurdî.
Li gorî zanyariyan ji 30 kesî behtir hatine binçavkirin.

Li gorî nûçeya ANF Polîsên tîmên taybet piştî pevçûnên li derdorê girtin ser avahiya ku DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER jî têde. Polîsan nûçegihanên ajansa DÎHA jî di nav de, hemû xebatkarên saziyên di avahiyê de birin qata jêr, dest danîn ser nasname û telefonên wan û li hember wan êrîş bi kar anî. Polîsan paşê 30 kesên xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER binçav kir. Kesên hatin binçavkirin kirin otobusan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Hat diyarkirin ku di destê polîsên ku girtine ser avahiyê de ti destûreke lêgerînê ya fermî nîne. 

dîtin: 458

Pêveker:

lezgÎn carê êrîşî medyaya kurdî kirin