• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Amedê tankêr teqiya 6 kes mirin 65 kes birîndar bûn

Li Amedê tankêr teqiya 6 kes mirin 65 kes birîndar bûn


barkirin: Pûşper 23, 2014, 7:44


 

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pêr êvarê li nêzî Liceyê tankereke bi LPG dagirtî qelibî û şewata ji ber teqîna li tankerê derket bi 2 otobusên rêwiyan û wesayîtekê ket. Di bûyerê de 65 kes birîndar bûbûn.

Ji birîndaran Fîkrî Tertîp heman rojê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Aslan Dogan jî li Nexweşxaneya Perwerde, Lêkolîn û Pêkanînê ya Derînce ya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest dabû. Li Unîteya Şewatê ya Zanîngeha Dîcleyê jî îro danê sibê Onder Ûbîç (30) û Ferman Erdem (44) ên dihatin tedawîkirin, jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara welatiyên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an, tedawiya 61 kesan jî dewam dike.

Di vê navberê de hat ragihandin ku 2 ji 33 birîndarên li Amedê tên dermankirin bi balafira ambûlansê rakirine Elezîz û Mersînê.

HAWARNET.COM

 

dîtin: 313

Pêveker:

li amedê tankêr teqiya 6 kes mirin 65 kes birîndar bûn