• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Batmanê navenda çanda Biharê gund bi gund şahiyan li dar dixe.

Li Batmanê navenda çanda Biharê gund bi gund şahiyan li dar dixe.


barkirin: Rezber 5, 2013, 1:51


Navenda Çanda Biharê, li Batman ê bi dirûşma “Em ê bi çanda demokratîk jiyana azad biafirînin” ji bo gundan şahiyên ku daye destpêkirin didomîne. Vê carê şahî li gundê Zîlan ê girêdayî navçeya Hezo ya Batman ê pêk hat. Di şahiyê de dersa zimanê kurdî û lîstikên şano mohra xwe li şevê da.

Navenda Çanda Biharê, li Batman ê bi dirûşma “Em ê bi çanda demokratik jiyana azad biafirînin” ji bo gundan şahiyên daye destpêkirin didome. Ev du hefteye şahiyên gundan tên li darxistin. Heta niha li gundê bi ser navenda Batman ê Şikefta, Zaxora û gundê Reşiyê yê bi ser navçeya Heskîfê, li gundê navenda Batman ê yê herî mezin û gundê Dengbêjê navdar Karabêtê Xaço li Bilêder, li gundê Bolindê, Keverzo û Hethetkê yê bi ser navçeya Qubînê ve çalakiyên çandî û hûnerî hatin li darxistin. Piştî van gundan çalakî li gundê Zîlan ê Navçeya Hezo ya Batman ê berdewam kir. Di şahiyê de Serokê Meclîsa Giştî ya Batman ê Salîh Aktan, xebatkarên Navenda Çanda Bihar û bi sedan welatiyên gund amade bûn. Li qada nava gund şahî hate li darxistin û li dîwar pankartên “Vegere xwezayê dayikê û dîrokê” û “Em ê bi çanda demokratîk jiyana azad biafirînin” hatin daliqandin.

Di şahiyê de ewil komek ji xebatkarên Navenda Çanda Bihar û ji zarokê gund pêk dihat bi lêdana erbeneyan, vegotina strana û berzkirina sloganan li kuçeyên nava gund geriyan û ji bo şahiyê welatiyên gund agahdar kirin. Dema ev kom li nav gund geriya hate xuyakirin ku bala welatiyan da ser xwe.

Piştî meşa bi erbane ya nava gund li qadê ji bo zarokan dersa wêneyan hate dayîn. Di vir de jî balkêş bû ku hemû zorokan wêneyên xwe bi rengê kesk, sor û zer boyax kirin. Piştî dersa wêneyan dersa zimanê kurdî hate dayîn û di dawiya ders dayînê de kovara dengê zarokan û pirtûkên çîrokan li zarokan hatin belavkirin. Piştî satên êvarê bi sedan welatiyên gund hatin qada şahiyê û tevlî bernameyê bûn. Ewil ji aliyê Koma Şanoyê ya Bihar ê ve du lîstikên şano hatin pêşandan.

Di dema pêşandan şanoyê de welatiyan bi balkêş li lîstikê temaşe kir û kêyfxweşiyek jê hilgirtin. Her du lîstikan moral da gundiyan û hêjayî gotinê ye ku qada şahiyê wergerî cihê ken. Piştî lîstikê Serokê Meclîsa Giştî ya Batman ê Salîh Aktan dest gulek diyarî xebatkarên Biharê kir û wan pîroz kir. Piştî lîstikên şanoyê Koma Rosîda û Hûnermend Maruf Alan ên girêdayî Navenda Çanda Bihar stran vegotin û welatina li ber stranên xwe dilgeş kirin. Şahiya ku heta derengiyê şevê domiya de helbestên kurdî jî hatin xwendin.

Di dawiya bernameyê de rêveberê Navenda Çanda Biharê Maruf Alan, diyar kir ku ji bo welatiyên gund alîkarî dane û derfetên vê şeve ji wan re amade kirine spasiyê xwe anî ziman. Alan, anî ziman ku dê ew her tim xizmeta çand û hûnera gelê kurd bikin.

DIHA

batman02

batman04

dîtin: 145

Pêveker:

li batmanê navenda çanda biharê gund bi gund şahiyan li dar dixe