• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Bazîdê Hovên tirk Peykerê Ehmedê Xanê şikandin

Li Bazîdê Hovên tirk Peykerê Ehmedê Xanê şikandin


barkirin: Hêzîran 27, 2017, 12:20


Dewleta tirk ya di sala 2014 û 2015 an de bi peykerê Ehmedê Xanî yê li Bazîdê Kurd dixapandin û ew di xistine nava dafka siyaseta xwe ya gemar û bi navê aşîtî û biratiyê di xapandin vê carê jî peyker û nişaneya Ehmedê Xanî hilweşand.

Filozof û zanayê Kurd Ehmedê Xanî bi şakar û berhemên xwe yê wêjeyî hîna jî, ji bo zanayên Rojhilata Navîn bohatiyeka nemire. Di salên bihurî de, dema dewleta tirk siyaseta Kurdan û gelê Kurd bi navê aşîtî û biratiyê di xapand, disan Ehmedê Xanî, peykerê Ehmedê xanî û Dîwana Mem û Zîn ji bo xwe kiribû mertal û pê siyaseta xwe ya derew bireve dibir. Dihunê ji aliyê rayedar û erkdarên dewleta tirk, Şaredarîya Bazîdê ve peyker û nîşaneya Ehmedê Xanî hate hilweşandin.

Xirabkirina bîranîna Xanî  Kurd hêrs kirin û olana bûyerê berdewame. 

dîtin: 244

Pêveker:

ehmedê xanî bazîd peyker