• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ber Kobaniyê (1)

Li ber Kobaniyê (1)


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Rezber 29, 2014, 5:01


Dolmîşeke ji gundên dora Bîlecûgê ve tê disekinînim û lê siwar dibim. Ketina Pirsûsê dibînim ko herdu aliyê rê bi panzer, toma û hin tirembêlên şerî ko cara nû li vêdê dibînim rêz bune, bi sedan tîmên taybet her quncik û keviya kolanan girtine. Qontrola erebeyên têkevin bajêr heye lê me nasekinînin ji ber ko dolmîşa gundan e.

Kohnên koçberan li ber çavê min dikeve bi baldarî li wan dinihêrim. Hineke ji dolmîşê diaxifin:
– ‘Her der tije ye!.. Rebena qelehan bi vê perîşaniyê…’
– ‘Sêsed gundê Kobaniyê hebû ket destê wan bêbavan, helbet dê tije bibe evder!’
(Xaltiyek ji bo yê dawî xeber dide dibêje):
– ‘ Tu ji Sûrî yî?’
– ‘Na ez berê ji wêdê bûm lê niha ji vêdê zewicî me û bûme yê vêdê’
Xaltî dide fêhmkirin ko dilê wan li ser wan diêşe.

Xelkê kohna bi şepirzeyiyeke ber çav tên xuyakirin. Aliyê rastê dinihêrim perîşanî, aliyê çepê dinihêrim rastî lûleya dokçaya leşkerên Tirkê dagirker têm… Bi çend tirembêlên siwîl carek li rasta tenq, toma yan jîpê leşkerî ko di ser de dokça difitile dormedor ji cem dolmîşê me derbas dibe.

Li nêzî şaredariyê peya dibim. Her çar alî di xireciriyekê de dilive. Tenişta rê ber şifêrên taksiyan disekinim. Ji ber trafîka zêde jîpê leşkerî ber me sekinî, dokça otomatîk berê lûleyê da ser me û sekinî. Şifêra taksiyê li cem min peyivî:
-‘Niyeta van bênamûsan l ime xin qey!’

Ji bo peyasê berê xwe didim kolanan. Koçberên hewşa mizgefta, li ber erdên vala bêçare dibînim. Awirên kerbê hilgirtî, zarokên ko ji ber Kurdbûna xwe zehmetiyan zû naskirî, jinên stûxwar. Welatê min î bi kul û keser ta kengî ev şermî.

Ber bi xetê ve ez û mazûvanê min apê Emer Elmas bi xemgînî hatin. Li Mehserê li hewşa mizgeftê, li bên çalakvanên nobedariya sînor bi hêvî çav li Kobanî diaxifin. Em hevalan silav dikin û cihê xwe li gel wan digirin. Şerê hebûn û nebûna xeysiyeta netewa me li pêş çavê me rû dide. Car bi car dengê teqînan tê ko nikarim kîjan deng ya kîjan hêlê ye. Dengê hevaleke Pirsûsî bi kerb tê li ber guhê min:
– ‘De lêxe!.. Lêxe van wehşan ko ji ortê rabin, di nêv axê de bigevizin.’

Carna dengê balafiran, teqîna narincokên wan tê; em bi kêf, bi çepikan li wan silav dikin. Carna Daîşiyên wehş topa havanê diavêjin em awirên xwe dirêjî li milê wan dikin. Dûxan li ser Kobaniyê dikeve, ez bi dileke şikestî ji hevalan dipirsim. Dibên Daîş li çend deverên heyî ji ber ko balafir cihê wan tespît neke bi mazotên Kobaniyan li hindûrê malê mane tişt û miştê wan dişewitînin. Qelebalix li jêr kom dibe tev em dibînin ko Feleknas Uca jî nêv de TVyên welatên ewrûpiyan li dora gundiyekê pêçane lê guhdar dikin. Em diçin cem gundiyê ko têdigihin leşkerên Tirkan wî zilamê dor şestî salî zeft kiriye, heta dev û lêva lê teqandiyê lêxistine.

Ecêbên bindestî, ecêbên ji hev xistinê, ecêbên tixûbî fedikim û kela dilê min pêre radibe hetanî lêva bi kehrê hîs dikim.

28.10.2014 Şivan Zeren (rêzenivîsa Şivan Zeren ya ji ber Deriyê Kobaniyê dê bidome)

dîtin: 565

Pêveker:

li ber kobaniyê 1