• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Erebistanê kesên Ataîst êdî teroristin

Li Erebistanê kesên Ataîst êdî teroristin


barkirin: Nîsan 2, 2014, 10:44


Li gorî nûçeya El Arabiya keyserê Suudî Erebîstanê Melîk Evdillah biryareka nû ya seyr pejirand. Li gorî vê biryarê êdî kesên Ataist, an ku kesên ku baweriya wan bi xwedê nîne dê wekî komên terorîst yên El Kaide û Hizbullaha Siudî dê terorîst bêne dîtin.
Li gorî vê yekê kesên ku hizrên Ataist diparêzin an ku kesên ku hizrê bêxwedayiyê diparêzin bingehê ola îslamê lêdipirsin û dê li gorî yasaya –tekoşîna dijî terorê- bêne darezandin û dê 20 sal bêne girtin.

Biryara nû ji aliyê gelek saziyên mafên morivan ve bi hêrs û helwestên curbecûr yên neyênî ve hate pêşwazkirin.

 

Rewanbej.com

dîtin: 195

Pêveker:

li erebistanê kesên ataîst êdî teroristin