• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Ewrûpa aloziya pîrozbahiyên Newrozê

Li Ewrûpa aloziya pîrozbahiyên Newrozê


barkirin: Rêbendan 10, 2015, 10:08


Pîrozbahiyên Newroza sala 2015 ê yên Ewrûpa li Kurdistanê yekser kete rojevê û bû sedema gotibêjên cûrbecûr.
Konsera ku ji alyê gelik hunermendan ve tê amadekirin ku li gelik welatên Ewrûpa pêk bê hişt ku hêrsa bi hezaran Kurd bigre ser xwe. Konserên ku Hunermendên navdar wekî Ezîz Weysî, Şivan Perwer, Ayub Alî û çend hunermendên dîtir jî beşdar dibin, bi taybet ji aliyê Kurdên li Ewrûpa, Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan bû armanca rexneyên giran.
Di torbendên civakî de ji aliyê hejmareka zêde Kurd ve rexneyên giran li van hunermendan û konsertan hate girtin.Di rexneyan de bêhtir tête derbirîn ku Kurd di rewşeke şer de ne û herroj şehîd têne dayîn. Di vê rewşê de aheng û şahî bi çi navî dibin bila bibin divê neyêne lidarxistin.

 

Ji hemî deverên Kurdistanê û gelik welatên cîhanê Kurdan hêrsa xwe diyar kirin.
Naveroka rexneyan piranî li ser karesatên Şengalê û Kobanî û hemî navçeyên Kurdistanê yên dîtir ku têde şer heye û şehîd têne dayîn. Li himber vê rewşê dive şahî neyêne lidarxistin.

Wekî rexne vîdeoyeke wekî boykotkirina konsertan jî hatine belavkirin (TEMAŞE BIKIN)

Dîsan Kurdekî bi navê Ebû Çîçê ku bi vîdeyon xwe yên Kurdewarî di torbendên civakî de ji aliyê hezaran kes ve tête şopandin li himber peyvên Ezîz weysî yên beşdarbûna konsertan vîdeoyek belav kir. (TEMAŞE BIKIN)

Ezîz Weysî daxuyanî da
Li himber rexneyên giran û şiroveyên bi hezaran Kurdên Kurdistanê û çardorên cîhanê ji aliyê Hunermendê Kurd Ezîz weysî ve daxuyaniyek hate dayîn.
Ezîz Weysî di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw ê de diyar kir ku wiya her çend ji kesekî re ranegihandibe jî wisan hizirî bû ku hatiniya van konsertan beşekî mezin ji bo awareyên Şengal û Kobanê dê bibexşîne.
Ezîz weysî diyar kir ku di torbendên civakî de li dijî wî êrîşek heye û rexneyên giran dijî wê têne kirin. Lê belê wiya eve xistibû bernameya xwe ku hatiniya van konsertan bo Kurdên perîşan bibexşîne.

Bi taybet piştî êrîşên hovên daîş li ser Kurdistanê di warê Muzîk û konsert û ahenga de jî di nava Kurdan de helwestên cûda derketin holê. Piraniya Kurdan pîrozbahî, şahî, dawet û zemawed li gelik deveran dane rawestandin. Bi taybet piştî karesata Şengalê û paşê jî êrîşa hovan li ser Kobanî li Bakurê Kurdistanê dawet bi rengekî şahî û kêf hatine rawestandin. Vê carê jî li Rojhilat û başûrê Kurdistanê û gelik welatên cîhanê Kurdan helwestê xwe dijî şahiyên hunermendan û konsertên ku ji bo pera lidar dixin derketine holê.

dîtin: 285

Pêveker:

li ewrûpa aloziya pîrozbahiyên newrozê