• Têketin
  • Ziman
Li Fezayê Okyanos hate dîtin

Li Fezayê Okyanos hate dîtin


barkirin: Nîsan 4, 2014, 11:51


Di encama vekolînekê de ku li ser stêrkeke bi navê Enceladus ê ku bi Saturnê ve girêdayîye hatiye kirin, ji bo mijara ku derveyî erdê jî jiyan heye gaveke mezin hate avêtin.

Zanyaran aşkere kir ku di bin qata qeşayê de okyanosek heye.

Zanyarên Italî û Emerîkî di encama lêkolînekê de gihiştin wan zanyarî û belgeyan ku di stêrkeke bi navê Enceladusê de di bin qata qeşayê de okyanosek heye.
Zanyaran encamê lêkolîna xwe di kovara Science de weşandin. Hate aşkerekirin ku 50 kilometre di bin qata qeşayê de okyanos heye.

Ev zanyarî bi navgihîna Emerîka ya bi navê Cassini hatine aşkerekirin. Cassini 100 kilometreyî nêzîkî ruyê stêrka bi navê Enceladus bû û di wê duriyê de lêkolînek pêk anî.

Zanyarên Zankoya Romayê di lêkolînê de li ser wê xalê rawestiyan ku li ser vê sitêrkê ew hebûn nîne ku karibe hêza kişandinê an ku hêza kişandina erdê bide nîşandan. Ji ber vê yekê jî zanyar gihiştin wî encamî ku dibê di bin qeşayê de av hebe da ku karibe hêza kişandina xwe bide nîşandan.

Zane dihizirin ku ruyê okyanosa di bin qeşaya Enceladusê de bi şikêrên Silikat ve pêk tê ji ber vê yekê jî li gel avê peywendiyeka kimyayî pêk tîne û eve jî dide nîşandan ku hel û merceke wisan pêk hatiye heman wekî li dinyayê dema destpêkê zîndar çêbûyî, mercekî wisan heye.

 

Jêder:
DW/AFP,GA/BS

dîtin: 525

Pêveker:

li fezayê okyanos hate dîtin