• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Îranê cezayê bêhicabiyê 900 hezare

Li Îranê cezayê bêhicabiyê 900 hezare


barkirin: Êlûn 16, 2015, 11:31


 

Du jinên ku bi ”Bêhicabî”yê hatibûn tawanbar kirin ji aliyê dadgehê ve bi  900 hezar tûmenên Îranî hatine ceza kirin.

Li gor rojnameya Şerq a Îranî, ew nûçe di civîna Desteya Pêşîgirtina ji Tawanan de hatiye ragehandin, lê navê wan du jinan nehatiye diyar kirin.

Îsal Komîsiyona Kulturî û Qezayî ya Meclisa Îranê ragehandibû biryarek erê kirine ku li gor wê biryarê eger jinên Îranî di otomobêlan de bêhicab bin, lazime bi 100 hezar tûmenên Îranî bêne ceza kirin.

Li Îranê diyarkirina cil û bergan ji bo jin û zilaman, li jêr navê qanûna ”Hicab û Êfaf”ê û herwiha ”rêgiriya ji xirabiyê û nîşandana riya rast” tê rêvebirin.

Rêgiriya polîsên Îranê û diyarkirina cureyên cil û bergên jin û zilamên, ku li gor rayedarên hikûmeta Îranê weke ”Bêhicab û li xwe kirina cilên ne di cih de” yek ji zêdetirîn zextên hêzên polîsên Îranê bo ser xelkê ye, herwiha kesên bi cilên sivîl jî ku ser bi hikûmetê ne ji bo bêhicabiya xelkê rê li wan digrin.

Polîsên Trafîkê yên Îranê jî dibêjin, li gor heman qanûnê dê otomobêla jinên bêhicab desteser bikin.

dîtin: 709

Pêveker:

li Îranê cezayê bêhicabiyê 900 hezare