• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Îsraîlê Vedîtina Mozaîka Ji Serdema Împaratoriya Bîzansê Pêkhat

Li Îsraîlê Vedîtina Mozaîka Ji Serdema Împaratoriya Bîzansê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 9, 2018, 6:53


Şûnwarnasên ku li Îsraîlê xebatên xwe pêk dianîn, bi vedîtina mozaîka ji serdema Împaratoriya Bîzansê şabûn.

Şûnwarnas li Caesarea Marîtmayê ya li Îsraîlê ye, vedîtina mozaîkeke 1800 salî pêk anîn. Şûnwarnasên cihêreng dema li Caesareaya ku weke ciheke arkeolojîk dihêt nasîn, li ser xaniyê ji serdema Împaratoriya Bîzansê dixebitîn, bi vedîtina mozaîkê xoşnûd bûn. Lêkolînerek wiha dibêje; “Bi rastî jî em qet li benda vedîtina mozaîkê nebûn, kareke bêhempa pêk anîne û mozaîk ji rojên xweş û biheybet yên Caesareayê ye.”

Avakirina bajarê Caesareayê digihêje sedsala 4mîn ya beriya Zayînê û di serdema Împaratoriya Romayê de jî çêkirina avahiyan berdewam kiriye û veguheriye bajareke mezin ku keviya li wê bajarê navê xwe ji keyê Romayê yê binavê Caeser Augustus wergirtiye. Keviya bi navê keyê Romayê, Caeser Augustus ji bo xebatên arkeolojîk ciheke pirr girîng û bi nav û deng e.

Mozaîka vedîtî 3,5 metre fireh û 8 metre jî dirêj e û di mozaîkê de mêrikekî bi kincên togayê heye. Toga, kincê herî karakterîstîk ya serdema Antîk Romayê ye, bi qasî 6 metreyê dirêj e û bi awayeke taybet kincê 6 metreyê dirêj li bedena xwe dipêçiyan. Dibe ku mêrikê di mozaîkê de xwediyê avahiyê be.

Çavkanî: Belga

dîtin: 147

Pêveker:

zanist bîzans roma antîk serdem mozaîk