• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Japonyayê Vedîtina Meteorîdeke 4,6 Mîlyar Salî Pêkhat

Li Japonyayê Vedîtina Meteorîdeke 4,6 Mîlyar Salî Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Adar 3, 2018, 6:17


Japonyayiyekî 74 salî vedîtina meteorîdeke 4,6 mîlyar salî kevn pêk anî. Katsuyki Mitsumurayê Japonyayî 6 sal berê dema di baxçeyê xwe dixebitibû, kevireke balkêş û giran vedîtibû. Lêkolînerên ji zanîngeha Tokyoyê piştî xebata li ser kevirê giran eşkere kirin ku kevirê giran, meteorîdeke 4,6 mîlyar salî kevn e.

Katsuyki Mitsumura dema kevirê giran vedibîne, li ber deriyê mala xwe bicîh dike. Kevirê giran a li ber deriyê Mitsumura bala cîran û şêniyên wê herêmê dikişîne. Dema jê dipirsin, çima wî kevirekî giran û balkêş li ber deriyê xwe bicîh kiriye, bi henekî dibêje; “Tiştê tu dibînî ne kevir e, ew xemla mala min a xweşik e!” Lê dema di rojnameyeke piçûk a li herêma xwe de gotareke li ser meteorîdên ku sedsal berê li herêma wî hatibûn vedîtin, dixwîne, fahmberî xwe dibe û ji xwe xwe re dibêje dibe ku xemla mala min, kevirê li ber deriyê min jî meteorîdek be.

Katsuyki Mitsumura ji xebatkarên zanîngeha ji herêma daxwaziya alîkariyê dike, xebatkarên wê zanîngehê nikarin alîkariya wî bikin lê bi lêkolînerên ji zanîngeha Tokyoyê re pêwendiyê datîhînin, lêkolînerên ji zanîngeha Tokyoyê jî bi lêkolînerên “National Institute of Polar Research”ê binav û deng re li ser kevirê giran dixebitin û piştî xebatên xwe vedibînin ku kevirê giran, meteorîdeke 4,6 mîlya salî bûye. Meteorîd ji kevir û nîkelê pêk dihêt, nîkel elementek e ku hejmara wê ya atomî 28 e.

Çavkanî: VRT NWS

dîtin: 138

Pêveker:

zanist meteorîd kevir ezman japonya xebat lêkolîn