• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li kendava Basrayê Emerîka û Îran li himber hev tuj dibin

Li kendava Basrayê Emerîka û Îran li himber hev tuj dibin


barkirin: Pûşper 30, 2017, 2:43


.
Rayedarên Îranê ragihandin ku li Kendava Basrayê ji aliyê Keştiya leşkerî ya Emerika ve gule li ser hêzên Îranê yên bi navê "Parezvanên şoreşê" hatine reşandin.

Li gorî ragihandina hêzên Îranê dihunê li derdorê çavkaniya gaza sirûştî helikopterek ji ser keştiya leşkerî  ya USS Nimitz rabûye û gule li ser komeke leşkerên Îranê reşandine.

Sêşemba bihûrî jî, hêzên Emerîka li ser hêzên Îranê gule barandibûn. Çileya sala 2016 ê jî Îranê du komên gerok yên Emerîka girtibûn piştî 24 demhijmêran deryavanên Emerîkî serbest hatine berdan.

dîtin: 74

Pêveker:

basra kendav emerika iran