• Têketin
  • Ziman
Li Kerkûkê zêdetirî 22 kes bûn qurbaniyên teqînan

Li Kerkûkê zêdetirî 22 kes bûn qurbaniyên teqînan


barkirin: Êlûn 6, 2013, 11:28


Kerkûk – Jiber teqîna 2 otombêlên bombekirî li taxên Nesir û Wasit ya bajarê Kerkûk’ê 2 welatî hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne û li nahiya Hewîce û Riyaz jî êriş bo ser 10 malên karmendên hêzên ewlekariyê hat kirin.

Nûçeghanê KNN li Kerkûk’ê ragihand vê sibê otombêleke bombekirî li nêzî xwendingeha Serdos li taxa Nesir ya bajarê Kerkûk’ê teqiya û di encam de 2 welatî hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.
Her weha got: Otombêl duyem li taxa Wasit ya li Başûrê Kerkûkê teqiya û di encam de 10 kes birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve Emîd Serhed Qadir rêveberê polîsê qeza û nahiyayên Kekûkê bo KNN ragihand, şeva borî grûpeke çekdar bi rêya bombeyên çandî malên 3 karmendên ewlekariyê li qezaya Hewîce teqandin û ji bilî ziyana madî tu ziyaneke canî rû ne daye.

Her weha got:Di encama teqîna 4 bombeyên çandî de li nêzî mala çend karmendên hêzên ewlekariyê li nahiya Riyaz polîsek birîndar bû û ziyana madî gihîşte 7 nalan.

rewanbej.com

dîtin: 373

Pêveker:

li kerkûkê zêdetirî 22 kes bûn qurbaniyên teqînan