• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Kurdistanê Erd hejiya

Li Kurdistanê Erd hejiya


barkirin: Gelarêzan 12, 2017, 10:56


Îro li deverna dijwar, deverna jî sivik, navenda Kurdistanê erd hejiya.

Li sînorê her çar parçeyên Kurdistanê û herwiha li çend welatên herêmê erdhejek bihêz çê bû. Li gorî zanyariyên destpêkê li Silêmanî, Hewlêr û Rojhilatê Kurdistanê hejmarek avahî û xanî herrifî ne û hejmarek ji welatiyan jî birîndar bûne.

 

Îşev demjimêr 21:11 xûlekan li parêzgehên Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê yên Başûrê Kurdistanê erdhejek bihêz rû da.

 

Herwiha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Iraqê û Kuweytê jî edhej rû daye.

 

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, navenda erdhejê li bajarokê Ezgel a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya erdheja yekem 7.6 Rêxter bûye.

 

Li gorî zanyariyan, li Başûrê Kurdistanê di destpêkê de erdhej li sînorê parêzgeha Helebceyê qewimî û piştre li sînorê Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Kerkûkê jî erdhej hat hestpêkirin.

 

Di encama erdhejê de li Hewlêrê çend avahî û malên welatiyan herrifî ne.

 

Herwiha li Hewlêrê 50 welatî ku di encama erdhejê de birîndar bûne, bo nexweşxaneyê Hawarçûna Rojava hatine veguhastin.

 

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî jî ji Rûdawê re ragihand, ku li sînorê wê parêzehê hest bi erdhejê hatiye kirin.

 

Rêveberê Keşnasî û Erdhejzaniya Silêmaniyê Dara Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku bihêziya erdheja li sînorê Silêmaniyê 4.5 pileyê Rîxter bûye.

 

Rêveberê Giştî yê Tendirsutiya Silêmaniyê, Dr Mîran Mihemed di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de daxwaz ji pizîşk û karmendên ware tendirsutiyê kir, ku vegerin nexweşxaneyan.

 

Dr. Mîran Mihemed got: “Li Derbendîxanê hejmarek welatî di bin kavilên avahiyan de mane.”

 

Qayimeqamê Derbendîxanê jî di dauxyaniyeke li gel Rûdawê de ragihand, ku di encama erdhejê de hejmarek mal û avahî herrifî ne û hejmara birîndaran jî zêde ye.

 

Qayimeqamê Derbendîxanê diyar kir, ku hejmara birîndaran zêde ye û hinek ji wan jî birîna wan giran e û di rewşeke metirsîdar de ne.

 

Qayimeqamê Derbendîxanê herwiha daxwaza alîkariya bilez ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyan kir.

 

Berdevkê Polîsê Derbendîxanê Îqbal Mihemed jî ji Rûdawê re got, li gorî zanyariyên destpêkê ji ber erdhejê heta niha 50 welatî birîndar bûne.

 

Erdehj li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

 

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî erdhej çê bûye. Li gorî zanyariyan li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li navenda bajarê Kirmaşan û bajarên Pawer, Serpol Zehaw, Qesrî Şîrîn û Selas Bawecanî erdhej rû daye.

 

Li gorî zanyariyan, hejmarek malên welatiyan li sînorê Kirmaşanê xirab bûne û zêdebarî birîndarbûna çend kesan, hejmarek welatî jî di bin kavilên avahiyan de mane.

 

Navenda Geofîzîk a Îranê ragihandiye, erdhej di 4 kîlometriya Ezgilê ku dikeve 34 kîlometriya gundê Taze Ava ya Selas Bawecanî çê bûye û bihzêiya wê 7.6 pileyê Rîxter bûye.

 

Li gorî nûçeya IRNAyê, Serokê Navenda Geofîzîjka Îranê Elî Muradî ragihandiye, herwiha du erdhejên din bi bihêziya 4.6 û 4 Rîxter li heman deverê çê bûne.

 

Elî Muradî ragihandiye, ku erdheja îşev gelek bihzê bûye, bi awayekê ku li tevahiya bakurê rojavayê Îranê û heta Tehranê xelkê hest bi erdhejê kiriye.

 

Ji aliyekê din ve çavkaniyên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ku li bajarên Qamişlo û Tibespî û nahiyeya Rimêlanê jî erd hejiyaye.

 

Erdhej li Bakurê Kurdistanê

 

Erdeja bihêz a îşev li Bakurê Kurdistanê jî hat hestpêkirin.

 

Li Bakurê Kurdistanê li parêzgehên Colemêrg, Wan, Amed, Erzîngan û Çewlîkê erd hejiya.

 

Erdhej li welatên Rojhilata Navîn

Herwiha li çend bajarên Iraqê û li welatê Kuweytê û Îranê jî erd hejiya.

 

Medyayên Îranê ragihandine, ku zêdebarî parêzgeha Kirmaşanê, li tevahiya bakurê rojavayê Îranê heta paytexta wî welatî bajarê Tehranê jî erdhej çê bûye.

Rûdaw 

dîtin: 292

Pêveker:

erdhej silêmanî helebçe