• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Misirê hejmara miriyan gehişte 72 kesan

Li Misirê hejmara miriyan gehişte 72 kesan


barkirin: Pûşper 6, 2013, 1:09


Li Misirê alîgirên Mursî li ser bangawaziya Mursî û Birayên Misliman, bi mebesta şermezarkirina derbeya leşkerî derketine qadan. Leşker jî ji bo xelkê ji qadan derbixe çekan bi kar dihîne. Dihête îdîakirin ku kesên nasnameya wan ne diyar gulleyan li ser xwepêşanderan direşînin. Şêxê Ezher ji bo bi dawî kirina pevçûnan bang liher kesan kir ku bi hişyarî tev bigerin. Wezareta tendurustî ya Misirê jî ragehand ku hejmara kuştiyan gehiştiye 72 kesan û bi sedan kes jî birîndarin. Di nava kuştiyan de polîs û serbaz jî hene.

 

Alîgirên Mursî îdîa kirin ku dê Mursî bihête azadkirin.

 

Li gor nûçeya ajansên nevdewletî pevçûna di navbera alîgirên Mursî û koma bi navê Bivir de li pira 6’ê Cotmehê de didome. Her weha hate ragehandin ku li bajarê İskenderiye polîsan gulle berdane ser xelkê.

 

Li welat bi hezaran kesên alîgirên Mursî ber bi qada Tahrîrê ve ketin meşê. Polîsan li ser pira Nîlê alîgirên Birayên Musliman pêşwazî kir û pevçûnan rû da. Alîgirên Mursî û muxalîfan bi kevir û molotofan lihev  xistin.

 

Piştî ku li Sînayê du polîs hatin kuştin helîkopterên artêşa Misirê qadên li derdora firokexaneya El Arîş bomebaran kirin. Li bajarê Asyûdê jî gulle berdane xwepêşanderan û 2 xwepêşander hatine kuştin. Li navenda Qahîrê jî di nava rojê de 4 kes hatibûn kuştin.

 

Ji aliyê din ve Serokê Konseya Rehberî ya Rêxistina Birayên Musliman Muhammed Bedîî li meydana Tahrîrê li pêş milyonek alîgirên Mursî axivî û diyar kir ku divê artêşa Misirê piştgiriya çi aliyekê neke. Bedîî got ku divê gelê Misirê ji bo piştgiriya serok komar Mursî derbikeve kolanan û da zanîn ku heta Mursî neyê azad kirin ewê jî meydanan bernedin.

 

Ji aliyê din ve weke nûçeya lezgîn hate ragehandin ku alîgirên Mursî Qesra Seok komariyê dagir kirine.

dîtin: 110

Pêveker:

li misirê hejmara miriyan gehişte 72 kesan