• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Misirê Vedîtina Gora Hetpetê Pêkhat

Li Misirê Vedîtina Gora Hetpetê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 4, 2018, 1:37


Şûnwarnasên Misirî li Sakkarayê, li der û dora pîramîdên li Qahîreyê, vedîtina goreke 4.400 salî kevn pêk anîn. Gora 4.400 salî, gora jinikekê ye ku bi bal û bejna xwe ya xweşik ji xanedaneke navdar ya wê serdemê ye.

Berpirsiyarên ji wezareta serdama antîk ya Misirê jî bi daxuyaniya xwe vedîtina gora 4.400 salî kevn piştrast dike û radigîhine ku gora nû ya rahîbeya bi navê Hetpetê ya ku Hetpet endameke ji xanedana pêncemîn bûye. Hetpet ji Xwedayê Zayînê yê bi navê Hathorê re dua dikir û jê daxwaz dikir ku Xwedayê Zayînê Hathor alîkariya jinên ducanî bike.

Dîwarên gorê bi wêneyên cihêreng yên hema bêje qet xesar nedîtine, hatine xemilandin, di wêneyên li ser dîwêr de Hetpet li dîmenên girtina ajal û masiyan dimeyzîne. Mostafa Al-Waziri, serekê koma lêkolîneran wiha dibêje; “Di wêneyên li ser dîwêr de, wêneyên meymûnê jî heye. Şêniyên Misira kevn di wê serdemê de di malên xwe de meymûn xwedî dikirin. Ji wêneyên meymûn eşkere dibe ku meymûn, mêweyan dixwe û li ber koma sazbenda govendê digerîne.”

Al-Waziri wiha berdewam dike; “Pêwendiyên Hetpetê bi malbata mezin, bi Fîrewûnê Misirê re hebû û texmîn dikim ku li rojavayê Gîzeyê jî goreke wê heye. Lewre li wir, li Gîzeyê, gorên karmendên payebilind yên ji xanedanên Împaratoriya Kevn hene, û em ê di demeke nêz de berê xwe bidin wê gorê û xebatên xwe berdewam bikin.”

Çavkanî: Belga

dîtin: 152

Pêveker:

zanist misir hetpet pîramîd gor gîze kahîre totenchamon fîrewûn