• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Misirê Vedîtina Nekropolekê Pêkhat

Li Misirê Vedîtina Nekropolekê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 24, 2018, 10:45


Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 heb lahît, hezar heb peyker, zêr û zîv û berhemên din hebûye.

Wezîrê serdema Antîk, Khaled al-Enany wiha dibêje; “Me nû destpê karê xwe kiriye û em bi vedîtina lahît, zêr û zîv û peykerên cihêreng kêfxweş in. Bi raya min, em dikarin di vê nekropolê de bi qasî pênc salan bixebitin.” Koma lêkolînerên ji Munîh, Hildesheim û Misirê di sala 2017an de destpê xebatên xwe kiribûn. Al-Enany wiha berdewam dike; “Karekî pirr baş û girîng pêk hat, lewre em bi vê xebata nû ji her aliyên jiyana rojane ya Misira kevn agahdar dibin.”

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk di çend meheyên bihurî de encama hin xebatên cihêreng ragihandibûn. Bi taybetî vedîtina gorên cihêreng yên li bajarê Luksorê(El-Uksor) deng vedabûn. Rayedarên hikûmetê dixwazin bi xebatên nû sektora geştiyariyê ji nû ve vejînin ku çavkaniyeke xurt ya aboriya Misirê ye. Sektora geştiyarî ji ber pevçûn û rûdanên di sala 2011an de yên li hember dîktatorê kevn yê bi navê Hisnî Mibarek aboriya Misirê lawaz kiribû.

Çavkanî: Belga

dîtin: 156

Pêveker:

zanist misir antîk mûmya el-minye xebat

Babetên nêzîk