• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li nav hevalên weke efsane | Zayar Umranî

Li nav hevalên weke efsane | Zayar Umranî


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Sermawêz 20, 2014, 12:59


Ji Hewlêr ta Kobanî | Xelek 3
Li nav Hevalên weke efsane
Zanyar Umranî
Wergêr ji Farisî: Dêrsim Oremar

Bi kalaşnîkofên hazir paldayî û Qederê ´Rêwîtî: Ji Hewlêrê heya Kobanê; Ji bêliviyê heya Berxwedanê´ bi dawî dibe

Beriya yekemîn hizûra di dilê bajêr de, baştir e dîmeneke ronî ji bajarê dorpêçkirî yê Kobanê nîşan bidim.
Tê gotin, kantona Kobanê ya ku ji bajêr bi xwe û 370 gundên derdora wê pêk tê, zêdetirî 300 hezar şênî hene ku piştî bûyerên Sûriyê di sala 2011ê de û xirabbûna rewşê piştî qutbûna av û elektirîka bajêr ji aliyê DAİŞê ve ji sala borî ku bajêr di dorpêça DAİŞê de bûye heya niha, zêdetirî ji sedî 90´ê xelkê wê çûne aliyê din yê sînoran. Meqseda piraniya xelkê, bajarên Tirkiyê û bi taybetî bajarê sînorî yê Pirsûsê ye. Di dema xatirxwestina ji bajêr, piraniya kelûpelên pêwîst û yên ku karîne bi xwe re bibin birine, lê ma dibe trempêlan derbazî Tirkiyê bikin?
Divê trempêl li wir û li pêşiya deriyê malê bimîne, kilîl li Tirkiyêye û bi tenê îradeyeke derveyî xwezayê, dikare heya vegera malê mayîna wê garantî bike.
Hêla hesinî ya tirenê ya Kobanê ku bajêr bi Tirkiyê ve girêdida, niha take xeta cudaker a cihê xelkekî bi hêvî ya bi gundên cîran re ye ku bi êrişa DAÎŞ´ê mecbûr bûne cih warê xwe çol bikin.
Bi baweriya Heval Cudî Amed, berpirsê bereya şer a rojhilatê Kobanê, ”Armanca Tirkiyê tam diyar e, ew ji berxwedana Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne dilxweş, susretgirtî û perîşan e û dixwaze bi her awayî pêşiya wê bigire. Tirkiye dixwaze li Kobanê herêma tampon ava bike da ku bi vî awayî û bi lawazkirina cîh û rolê Kurdan, xwe di hevkêşeyên şerê Suriyê de bi cîh bike.”
Hê jî hin xelkê sivîl bi daxwaz û israra xwe di nava bajêr de mane. Ev jî bê kar  nerûniştine, heta ger bi gerimkirina xwarinên sergirtî û şuştina cil û berg û paqijkirina malan be jî, hevkariya şervan û parêzvanên bajêr dikin.
Di pênc kîlometriya bajêr de û li nêzî têldiriyên sînor, gundiyên derdora Kobanê ku ji hejmareke berbiçav pêktên, bi terektor û trempêlan tiştekî ku dişibe malan çêkirine û her roj bi dûrbînên nêçîrê, gundê xwe dişopînin û zêdetirî pênceh rojan e ku li benda derketina DAÎŞê ne da ku vegerin ser mal û halê xwe.

Ne li kampan li ser axa xwe
Ji yekî ku egal û cilên Erebî li ber in, ji sedema mayîna wî di şert û mercên zehmet de dipirsim, dibêje hem bi azadbûna gundê xwe bawer e û hem jî naxwaze li kampên Tirkiyê rezîl bibe, ji ber vê jî amade ne xwe bigirin li ber sirr û serma di bin xîvetan de, lê bêhurmetiya eskerên Tirk na.  Zarokên di bajêr de mayî bi dîtina kameraya min diqîrin:”Em dernakevin”, yek ji wan ji ber pirsên me mişawiş bû û got: ”Ma  xwîna me ji ya hevalan rengîntir e?”!
Jeneratorên elektrîkê bi dengê xwe yê nexweş çend saet elektrîka navendên serekî û bîrên ava vexwarinê û yên din dabîn dikin. Vê yekê egera tûşbûna bi hin nexweşiyan li bajêr zêde kiriye û zêdetir jî zarok li ber metirsiyê ne.
Mêş jî hem min aciz dikin hem jî dilxweş. Sedema aciziyê xuya ye, lê dilxweşiya min ji ber vê ye ku zêdebûna kuştiyên DAİŞ´ê nîşan dide.
Derbarê rewşa giştî ya şer di  pencîhemîn rojê de û rêzbendiya hêzên herdu aliyan, bi berpirsê eniya şer li rojhilatê Kobanê, Heval Cudî Amed re axivîm. Navbirî dibêje: “bi gotinekê dikarim bibêjim ku metirsî nemaye, lê çima di rewşekê de ku 30 heya 40 ji sedî yê bajêr di destê wan de ye û çend gundên li sersînor û stratejîk ên derdora Kobanê jî xistine bin kontrola xwe, vê îdîaye dikim?”.
Berdewam dike: “zêdetirîn hevkariya wan ya lojistîkî ji wî sînorî û ji aliyê Tirkiyê ve tê dabînkirin û di nava bajêr de jî du xalên stratêjîk di destê wan de ne; Girê Miştenûr û wezareta Asayişê, lê zêdetirî ji sedî 60´ê bajêr wêran bûye û ji 360 gundên kantona Kobanê, zêdetirî ji sedî 90´ê wan di destê hêzên DAİŞê de ne.
Lê lazim e bê zanîn ku me bi pilan û biryara berê ev gund vala kirine, mîmariya wan gundan ewle û cihê baweriyê nîne û li hember çekên giran yên DAİŞê xwe nagirin, herwiha egera parastina şêniyên gundan pir kêm bû, herwiha hêzên me ji hev belav dibûn û ev yek di berjewendiya DAİŞ´a pirrçek de bû.
Me hêzên xwe li çar nuqteyên bajêr bi cîh kirine. Heya niha me gelek pilan û teknîkên DAİŞ´ê pûç kirin. Me tank nebûn û tankên wan jî di bajêr de bê bandor bûn. Piraniya çekên giran bi tenê li gundan dikarin wêraniyan çêbikin lê di bajêr de ne wisa ne. Ya herî girîng di vê vekişînê de, rizgarkirina jiyana  hevwelatiyan bû. Niha, moralê DAİŞ´ê nemaye û Kobanê bi metirsiyeke cidî re rûbirû nîne.”

´Naxwe ev der mala min e´
Kobanê li ser deşteke bi xêrûbêr e û ji ber nêzîkbûna li gund û bajarên aliyê din(bakurê Kurdistanê) ku şêniyên wê Kurd in, îmkana bikaranîna simkartên wî welatî daye şêniyên Kobanê. Li hin deverên bajêr avahî hatine çêkirin ku li ser xeta sînor bi malên aliyê din ve zeliqî ne.
Nesrîn dibêje, berê înterneta bilez a bajêr bi kar dianîn ku niha di destê DAİŞê de ye. Xeta telefona ku min û Mehdiyê li Tirkiyê kirîbû li Kobanê jî bi kêrî me hat. Bêguman Tirkiyê jî ji bo sîxuriyê karê xwe pê dike.
Di 10 rojên gera berdewam di nava bajêr û eniyên şer de, me bi awayekî kûrtir aliyên din yên berxewdanê fêm kirin. Pevçûn piranî li beşa rojhilatê Kobanê û herêmên nava bajêr de ku di bin kontrola DAİŞê de ye, zêdetir e.
Beşa bakur û başûr aramtir in, lê pirraniya bajêr di encama topbarana DAİŞ û şerê berfireh di nava bajêr de û bombebarana hêzên hevpeyman di van du mehan de wêran bûye. Astê wêraniyê ewqas zor e ku take rêya naskirina malan, wêneyên malbatî ne: ”Ev wêneyê min e, naxwe evder mala min e.”
Di rojên borî de bi zêde bûna êrişên xwekujiyê yên DAİŞê, êdî vedîtina pencereyên neşikestî di nava bajêr de mumkin nîne. Li malên ku di rêzekê de ne, beşek ji dîwaran xira bûne û bi rêya heman konan şervan xwe digihînin bereyên şer û deverên din yên bajêr. Şervanên Kurd di veguhestin û tesbîta cihan de ewqas şareza bûne ku bi îşareta çav û bê axiftin di demeke kurt de cihê xwe vediguherin, bêyî ku dijminê li aliyê din yê konan di çeperê de ne, bi hizûra wan bihisin.
Em pêngav bi pêngav pêşde diçin û li bajêr dinêrin. Ferhad Şamî dibe rênîşanderê me. Tiştên girîng ji me re dibêje. Cadeyên ku di dawiya wan de hêzên DAİŞê zêde hene bi perdeyan dapoşîne da di dema derbazbûna şervanan de kesek li ber çav nebe û nekeve kemînê. Em vê beşê bi ewlehiyeke zêde û bi destûra rênîşander derbaz dikin.

Tinega wan ji bo teqeyê amade ye
Lazim e em serê xwe biçemînin û bi bez heya kolana ewletir biçin. Di rojên destpêkê yên ger û amadekirina raportan de, nûçegihanekî partiyê li ber çavên min birîndar bû û bo nexweşxaneya biçûk a bajêr hate veguhestin. Ev mesele ji bo me weke agahdarkirinekê bû, ’’Agahdar bin mesele cidî ye.’’
Terikandina malê ji bo çekdar û sivîlan li gor biryarên taybet e, ev mesele di dema rêwîtiyê de mejiyê min tevlihev dikir. Di her dema derketinê de, hetmen hevalek bi min re bû û berdewam ji lazimiyên ewlehiyê û xeternekirinê digot. Min dixwest azadane li bajêr bigerim lê ev yek ji bo şervanan jî ne mumkin bû. Lê di dawiyê de em li her çar aliyên serekî yên  bajêr geriyan.
Tankên avê yên malan, yekemîn tiştin ku ji ber hawanan ji malan cuda dibin. Hûre betonên giran jî parastî nemane. du topên 75mm û çend Fûze Grad li mizgefta bajêr ketine. Yên westiyayî û birîndar li taxên ewletir bi tifingên ku bi sê rengên kesk û sor û zer hatine xemilandin, vedihesin. Tinega wan ji bo teqeyê amade ye. Çend pîremêr li quncikekê bi carcurên kilaşnîkofê ve mijûl in. Li ser ûnîformê zilaman arma sê goşeyeke zer û li ser ya jinan kesk e.
Goristan, nexweşxane û asayişa bajêr di destê hêzên DAİŞê de ne. Rewşa birîndar û nexweşan giran bûye, ev yek ne tenê ji ber kêmbûna pêdawîstiyên bijîşkî û endaman e,  ji girtîbûna sînoran ji bo veguhestina birîndaran bo Tirkiyê ye. Ew yek di rewşekê de ye ku çavkaniyên cihê baweriyê diyar dikin ku birîndarên DAİŞê li nexweşxaneyên Urfayê derman dibin.
Di nava bajêr, tax û cadeyên sereke de tabloyên xar bûyî, derabeyên diryayî û nîv vekirî, banên li erdî, trempêlên qulipî û depoya tiştên ku ne li cihê xwe ne zêdetir li ber çav in. Car caran ser, dest û pê yan endamên din yên laşê di xwînê de mayî yê mirovan çavan dadiûrin.
Xawringeh, dermanxane, terzî, parçefiroş, minî market, super market û gelek dirav guher di nava wî bajêrî de hebûne. Ev yek di nêrîna yekem de xuya ye. Li ser deriyê yek ji dirav veguheran hatiye nivîsandin: veguhestina pere bo Kurdistana Îraqê, Tirkiye û ewropayê tê kirin.
Li ser vegera me difikirim, niha êdî li kîjan goristanê dê ev pere bê veguhestin. Yek ji wan tabloyan e ku neadilane li cihê xwe maye. Lazim e di dema qewimîna bûyerên wiha de şûnpêya hemû îmkanên derew di deqeyên destpêkê de ji holê bêne rakirin.
Hemûyan nivîsîye ku di xizmeta kiryaran de ne. Niha ev xizmetkar li ku derê ne!? Dikana ku halê min tevlihev dikir ya kilîl firoşekî bû, li welatekî ku bi pêhn û valakirina cercûran hemû derî vedibin û ger bê xwestin jî hemû endamên malê jî dê bêne gulebarankirin.

Cilên rengîn yên Kurdî
Navên Kurdî û erebî yên tabelayan xîç û xar bûne. Xuyaye ku navên Kurdî piştî derketina hêzên partiya Baasî û kontrolkirina bajêr ji aliyê PYD´ê ve, zêde û zêdetir bûne. Cilên rengîn yên Kurdî beşek ji sembolên hebûna Kurdan li hemû beşên Kurdistanê ne ku di dijwartirîn rewşa asîmîlasiyonê de jî di wan dikanan de cihê xwe xweş kirine.
Li ber derê terzî û mankenên li ser erdê, li kêleka ser, dest û piyên mucahidên kuştî, piyê min  di nava kabloyên elektirîkê de asê dibe. Lazim e di nava belav bûna kabloyên elektirîk û telefonan de li dînbûnê bigerin. Weke kurmên zêde ku ketine laşê bajêr.
Car caran Toyotayên bi logoya DAİŞ´ê bi lez di ber me re diborin. Cara pêşî veciniqîm û min xwe bezir kir, lê piştre pêhesiyam yên DAİŞ´ê ne ku ketine destê hevalan. Car caran xwe dixuşînime nava avahiyên wêran bûyî. Berevajî xeyalên me, wêneyên malbatî ewqas li pêş û girîng nînin, ji ber ku tu malbateke ew di çanteyên revê de bi cîh nekirine. Di rewşên wisa de zêr, pere û belge gelek girîngtir in.
Li gorî asta pevçûn û şideta wan, firokeyên Amerîkî çend saetan carekê cihekî bombebaran dikin. Erdê bin piyê min dilerze û dûkeleke reş esmanê beşeke zêde ya bajêr dadigire.

Kalaşnîkofên hazir paldayî
Hemû xelkê bajêr di alarmê de ne. Xewa hevalên Navenda ragehandina partiyê jî tevlihev bûye, lazim e her şev nobetê bigrin. Li rex nivînên her yekî ji wan kalaşnîkofeke hazir bi dîwar paldayî ye. Ji xwe re dibêjim ger qirare topek bi vê malê bikeve, xwe ez nikarim pêşiyê lê bigirim, baştir e xewa xwe ya aram têk nedim.
Leza vêketina wan topan, derfeta cîh guhertinê ji bileztirîn şervanan distîne, şil û mil bûna min jî ser zarê hemûyan  û navdar e. Tevgerên min yên tirsonekane bûye heneka zarokên biçûk ên bajêr. Navlêkirina min bi metbex (aşpêjxanê) jî ji ber vê yekê bû. Ji ber teqîneke mezin ya li nêzî cihê ku em lê diman, ez mişawiş bûm û ji ber dest û pê spî bûnê, bi yekcarî min xwe di aşpêjxanê de dît. Heval niha jî bi wî dîmenî dikenin û fîlma wê maye.
Topên ku DAİŞ davêje, nediyarbûna mirinê zêdetir dikin. Belkî li her dera bajêr bikevin. Hevalên ku me bi wan re şev derbaz kir, digotin ev nehemîn male ku guhertine. Hemû malên berê li ser serê wan de xirab bûne.
Ez her roj ji roja berê zêdetir bi rewşa bajêr re dibûme yek, bi awayekî ku dengê hawanan bo min normal bû. Heta ez hînî bikaranîna kalaşnîkofê jî bûm. Bo cara pêşîn destê min çû ser tetikê, ezê ku ji ceribandina wî çekî ditirsiyam, min guleya duyem bi kîn avêt. Gelek ji niqumbûnan wisa bi hêsanî çêdibin.
Kesê/a ku bawer nedikir ji nêz ve çekê bibîne, niha du gule berdabûne tabelaya aliyê din yê mevziyê.

Jin li her derê Kobanê hene
Çend rojan mijûlê hevpeyvînan bûm. Hizûra jinan di nava Kobanê de bê mînak e. Jin li herderê hene. Yekemîn hevpeyvîna min bi hevseroka PYD´ê, Asya Ebdulah re bû. Serokeke jin, ev jî li Rojhilata Navîn, xebereke dilxweşker e.
Ger xwe ji şiroveyên vala û rojane dûr bigrin, lazim e li dîroka beşdariya jinên Kurd di şoreşan de û bandora hizûra hemû aliyê wan di beşên din ên Kurdistanê de û lazim e piştgîriya berfireh a Kurdên bakur ji berxwedana Kobanê re neyê jibîrkirin.
Dikarim bêjim zêdetir ji sedî şêstê hemû gerîlayên ku min li Kobanê dîtin, xwe ji bajêrên cuda yên bakurê Kurdistanê gihandibûne nava Kobanê. Evîndar Botan yek ji wan e. Derbarê ferqa fîzîkiya jin û zilaman jê dipirsim, Evîndar dibêje: “Hemû tişt li ser esasê bawerî û bihêzkirina îradê ye, ev yek keç û xortan nas nake. Me weke keçan di şerê li dijî DAİŞê de çi kêmasî li hember xortan nebûye, hûn dikarin vê meselê li cihên hesas û bereya pêşiya şer de bibînin. Ev jinên Rojava ne ku rê li hember pêşrewiya DAİŞê girtine, DAİŞ a ku nîve nîva axa Îraq û Suriyê dagîr kiriye, li hember me jinan sekinî. Şoreşa me şoreşa jinan e jî. Em ne pêngaveke li paş, ne jî pêngaveke li pêşiya zilaman in, em mil bi milê wan in.”
Bi diyarbûna heval Gerîla, keçikeke 16 salî, min piyên xwe bi nîşaneya hurmeta eskerî cut dikirin. Berê dikeniya, lê piştre bêyî ku li min binêre yan karê xwe bisekinîne, destûr dida bes e, niha azadî!
Fermandar Narîn Efrîn jî yek ji wan jinan e ku niha navdar e. Min navê wê bihîstibû, ji xwe re dibêjim ev jî pêwîstiya meinewî ya berxwedanê ye ku gelek kesan biafirîne û mezintir ji tiştê heyî nîşan bide. Israra min a berdewam û zêde ji bo hevpeyvîna bi “Narîn Efrîn”ê re Ferhad kufrî dike. Dibêje, min sed caran gotiye di vê rewşê de Narîn bi kesî re hevpeyvînê çênake.
Temam, disekinim rewş aramtir bibe! Ev gotin Ferhat zêdetir hêrs dike. Di piştî nîvroyeke hema bêje aram de tevî Mehdiyê li odeyê rûniştime ku Ferhad banî me kir, heval Evîn hatiye we bibîne. Nedihate bîra min ku min qirara hevdîtineke wisa danîbe yan heval Evînê nas bikim. Hemû tişt bilez derbaz bû. Jineke bejin bilind bi çavên kartêker, ku sê keç pêre bûn hate nêzîk, me silav da hev. Min xwe wenda kir û hin tişt komî ser hev kirin û hinek hetran petran gotin, tiştek negot û keniya. Ji çarêkekî kêmtir bû, xatir xwest.
Êvara heman rojê Ferhad got; te heval Narîn jî dît! Hêrs bûm, min hewil da rûyê bînime ber çavên xwe û di hizra xwe de dubare bikim, lê bêfayde bû, niha jî dîmeneke qefilî ji rûyê wê di hizra min de ye. Bo min aşkera bû ku wê bi teybîr wêneyê  hevaleke din li cihê xwe parvekiriye û ev yek zekaya fermandareke şareza nîşan dide.
Konserva xwarinên hazir, tirşî, xiyarên sûr û xwarinên din ku ji bo rojên dijwar hatine hilgirtin, sifreya gerilayan dixemilînin. Ji ber ku gerilayan di saetên cuda de erkên cuda hene, ev sifre piraniya deman amade ne, lê ça û cixare ji kilaşnîkofê bêhtir li berdesttirin.
Di amadekirina xwarinê de jî jin û zilam hevbeş in. Dabeşkirina wan pêdawîstiyan jî bernameyeke berdewam ya du caran di nava hefteyê de ye, ku bi Toyotayan bo cihên mebest têne veguhestin. Zeytûn jî xwarineke veneqetyayî ji sifreya şervanan e.

Mîhrebaniya şervanan diçibe efsaneyekê
Hewa hinekî sar bûye û serma girtina çend kesan ji me vê yekê piştrast dike. Ferhad û Dinya israr dikin ku ji bo min heb û şerbetê bînin. Mîhrebaniya wan di şert û mercên wisa xirab de dişibe efsaneyekê.
Dengê nêzîkê hawanan jî nebû sedem ku bedewiyên wî erdê mîhreban û wan hevalên yekgir û yekdil nebînim.
Yek ji bedewtirîn dîmenên ku di hizra min de maye, peywendiya şervanekî bi dayika xwe re bi rêya ’’Skype’’ê bû. Dayik li Stenbolê bi heman destmalên spî ku jinên Kurd yên bakurê Kurdistanê li serê xwe dikin, ji bo zarokên xwe awaza “Heyran”ê digot. Bedew bû, bedew, ewqas bedew ku min dil neda dîmenên wan tomar bikim, ’’lêlê were heyran im…’’
Hûn bawer nekin jî, hê jî tirpêna muzîkeke bi heyecan a Kurdî di tax û kolanên bajêr de lêdide, esmanê Kobanê ji bo hevalan weke studio ya mîks û montajê bi gruba koroyê ye. Heval Ebdula wisa tenbûrê lêdixe ku urêna firoke û topan berdewamiya wê xweştir dikin û li hev tînin. Şadî û dilxweşî hinekî jî bi dawî nebûye; dibêjim heval Mamo çay hazir e, lê şekir tuneye çi bikim? Dibêje: ê, ji cîranên aliyê din bistîne, mebesta wî DAİŞ in!
Berêvara rojekê dilopên baranê aramiyeke taybet dabûn bajêr. Take saetên ku DAİŞî mecbûr in hurmeta baranê bigirin. Yên ku bi hêsanî serê zarokê berşîr û kalemêrên 74 salî jêdikin, niha li hember ezemeta baranê bêdeng mane. Baran dişibe dayikekê ku ji destê zarokên xwe bêzar bûye. Lê ev zarok, bi qedr û hurmeta dayikê nizanin, cardin dengê tîrbaran aramiya bajêr têk dide.  Çend heval bi bêtêleke DAİŞê ya ketî destê wan mijûl in, sînyalekê digrin. Li ser gotûbêjeke DAİŞê ku nayê fêm kirin disekinin, çiqas hewil dan nezanîn ka bi çi zimanî diaxivin. Wer xuya bû zimanê Rûsî bû. Hejmara Çeçenan di nava wan de zêde ye. Heya niha 87 pasaportên cuda ku nîşaneya hebûna endamên 87 welatan e, ketine destê Yekîneyên Parastina Gel.
Hevdilî û moralê xelkê bajêr ewqas girêdayî hev e ku kesek ji bo mirina hevalê/a xwe hêsiran nabarîne. Weke ku lihevhatineke nenivîsandî ji wan re dibêje, dem ji bo wan karan tuneye.
Telefona destan ya yek bi yeka şervanan ji wêneyên hevalên wan yên şehîd tije ye. Yên ku çend roj berê dikeniyan.
Lihevkirina bi mirina hevalên nêz re, ji bo min bûye pirs û bersiva wê ji wan meseleyane ku nayê fam kirin, rêk weke matmayîna min a qedexe bûna peywendiya cinsî ya di navbera şervanan de, yan karîzmayekî bi navê Ocalan.
Di got û bêjeke kurt de bi Heval Dinyayê re di bersiva pirsa ku gelo dibe pêdawîstiyên zayendî bêne serkut kirin, dibêje: ’’me li hember DAİŞê xwe neda dest, li mehber meseleyeke wisa hêsan çima ne.’’ Xwedî îradeyeke bê şaşitî ne, bûne pola û hertiştê nemumkîn, mumkîn dikin. Ji ber vêye ku ji bo min ê fêrî jiyana qaşo xwezayî bûyî, hertiş ecêb tê.
Tevî wan jî paşeroj nediyar e û kes nizane kîjan nexweşî dibe belayê canê ”Jiyan”eke adilane, wekhev û însanî.
Lazim bû bi awayekî lezgîn bajêr biterikînîn. Êdî ’’Tenê heyan duzbe’’ yên me  bi dawî bûbûn û Ferhad jî ji ber hevaltiyê tiştek nedigot. Dengê muzîka di mobila hevalekî de deng vedide; ” îro çerxa şoreşê fire digerîne…”
Berxwedana Kobanê bûyerek e ku îsbat kir her mirovek welatiyek e û her bajarek dikare bi serê xwe navenda derkirina biryaran be û bi avakirina şêwiran di qalibên yekineyên biçûk de, peywendiyên nemirovane erbab-kuletiyê hildiweşin.
Erbabên çîrokên dubare lazim e qebûl bikin mirovek heye ku di sê peyv û çar sembolên kulturî de cih nagire; niha êdî tevgereke siyasî ya tam e.
Me du şev di çend pêngaviya sînor de derbaz kirin da derfeteke baş ji bo derketinê çêbibe. Derkeftina ji Kobanê gelek ji çûna nava wê zehmettir e. Em di çend pêngaviya eskerên amadeyî gulebaranê de bûn, lazim bû bê girîngî dan bi agahdarkirin û teqeya hewayî derbaz bibana. Hinek ji dûrbûna me ya ji têldiriyan derbaz bibû ku di taritiya şevê de Mehdiye û hevalên me yên nû wenda bûn, tirpêna dilên me di vê hewayê sar de zêdetir dibû.
Piştî çend çirkeyan Mehdiye û hevalên din hatin û em çend kîlometran bi çanteyên giran li ser milan helatîn. Weke ku tîr ji dilê min derbaz bibin ketibûme hilke hilkê, ji wan deman bû ku min dixwest bikevime destê eskerên Tirkan. Bi merca ku nîv saetên destpêkê tiştekî nebêjin.

´Qeder kuştin ber malan e…´

Me şev li heman gundê ku di hatina xwe de lê mabûn derbaz kir. Roja paştir me hinek kes dîtin ku li rêyekê digerîn ji bo tevlî berxwedanê bibin biçine nava bajêr.
Qedriye xwendekara 28 salî ya Kurd, ji ber vê, zanîngeha Stenbolê hêlabû, yek ji wan bû ku roja paştir bi guleya eskerên sersînor yên Tirk hat kuştin.  Qedriyê di nameya xwe ya dawî de nivîsîbû: “Ev şer tenê şerê şêniyên Kobanê nîne, şerê me hemûyan e. Ez jî ji ber malbata xwe-ku gelekî ji wan hez dikim-û mirovahiyê tevlî wî şerî dibim. Ger em wî şerî bi şerê xwe nezanîn, sibe dema bombe li ser mala me hatine xwarê, em jî dê bi tenê bimînin.”
Bi bihîstina xebera mirina Qedriyê, li kolanên Diyarbekirê bi xwe re hime himê dikim; “îro çerxa şoreşê fire digerîne…” lazim e cardin stranên şoreşgerî bi her zimanî bên gotin; “Li qadên cîhanê deng dilerzîne…” cardin rêya xwe ber bi hotel, mizgeft û jiyaneke bikarhêner xwar dikim û dengek min bi xew ve dibe, “Qeder kuştin ber malan e, zeman xirab em têda ne…”

´Divê korîdorek vebe´

Girîngiya wî şerî lazim e di peyva ”Sîstema Xweseriya Demokratîk” de bê dîtin; sîstemeke nû ku bi vegera xelkê bo nava siyasetê û beşdariya zêde ya wan û bihurîna ji sîstema netewe-dewlet e. Karûbarên kantonan ji aliyê desteya şêwirmendan birêve diçe û ev yek ji jêr bo jor pêk tê.
Di hevpeyvîna min bi Asya Ebdulah re, wê der barê sîstema xwerêveberiya demokratîk hin agahî dan. Bi baweriya wê ”serdema sîstemên navendî bi dawî bûye û ji bo paşeroja Suriyê bisûd nabe. Ev proje (Xweseriya Demokratîk) tenê taybet bi Kurdan yan partiyeke siyasî ya taybet nîne. Hemû gel dikarin li jêr sîha wê bi hev re jiyaneke xweş derbaz bikin.  Li bihevre jiyana aştiyane ya gelan li kantonên Rojava binêrin. Bandora hevbeş a kulturên cuda, têkel bûn û moraleke tevî rewa dîtinê li hember hev tê dîtin.”
Asya Ebdulahê got, ji bo vê armancê di rewşa niha de û ji bo şikestina dorpêça DAİŞê lazim e korîdorek vebe. Ev yek li ser berdewamiya berxwedanê bi bandore. Sivîl dikarin derkevin, saziyên navnetewî û çapemeniyên azad ji rewşê haydar dibin. Civaka navnetewî jî mecbûre rewşa Kobanê bişopîne, hevkariyên mirovî jî bi rêya heman korîdorê dê bigehine Kobanê û ger kesek bixwaze tevlî hêzên YPG bibe dikare bi wî awayî bi hêsanî wî karî bike.

dîtin: 352

Pêveker:

li nav hevalên weke efsane zayar umranî

Babetên nêzîk