• Têketin
  • Ziman
Li Rojava 7 şervanên YPG spartin axê

Li Rojava 7 şervanên YPG spartin axê


barkirin: Gelarêzan 21, 2013, 7:39


Cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê ku duh di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn û şervanê YPG’ê Mezlum Esef ku îro li Dêrikê dema li ser karê xwe bû di encama qezayê de jiyana xwe jidest da, li Dêrbêsiyê, Qamişlo û Dêrikê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Besna Xalid (Hêvîdar Dara), şervanên YPG’ê Nabixe Ehmed (Arjîn), Warşîn Emîn (Cudî), Qasim Kutê (Qasim), Hozan Şêxmus (Berxwedan) û Kamuran Bekir (Kamuran) ku duh di êrîşa çeteyan a li hemberî gundên Xêbiş û Efsuriyê yên Til Temir de jiyana xwe jidest dabûn, îro di saetên serê sibehê de anîn Meydana Şehîd Cudî ya Til Temir. Li vir ji bo 6 şervanan merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîma ku bi hezaran welatî jî tevlî bûn, cenazeyên 5 şervanan bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Besna Xalid (Hêvîdar Dara) jî ber bi Dêrikê ve hate oxirkirin.

Ji Dirbêsiyê jî hezaran kes çûn Berkevirê

Li bajarê Dirbêsiyê jî di saetên serê sibehê de bi hezaran kes li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem û sloganên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman berz kirin. Welatiyan piştre jî ji bo ku tevlî merasîma cenazeyan bibin, berê xwe dan Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li Berkevirê.

Piştî ku karwanê cenazeyan ji Til Temir û welatiyên ji Dirbêsiyê derketibûn rê gihîştin goristanê, merasîma cenazeyan hate lidarxistin.  Bernameya definkirina cenazeyan ku nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, meclîsên gel û bi hezaran welatî tevlî bûn bi merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîma alên YPG’ê wêneyên şervanên YPG’ê û posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatin vekirin de, bênavber slogan hatin berzkirin.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Tiltemir Îbrahîm Derwêş, li ser navê YPG’ê Selaheddîn Rojhilat, li ser navê TEV-DEM’ê Henîfe Hisên, li ser navê Partiya Çep a Kurd a Dirbêsiyê Mehmud Osê axivî. Her wiha li ser navê malbatên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan berxwedana YPG’ê hate silavkirin û hate gotin ku tu hêz nikarin îradeya gel bişikînin û destkeftiyên wan ji dest bigirin. Di axaftinan de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî ku îdîa kir li Rojava Şoreş tuneye jî hate rexnekirin.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Nabixe Ehmed (Arjîn), Warşîn Emîn (Cudî), Qasim Kutê (Qasim) û Hozan Şêxmus (Berxwedan) di nava slogan û tîlîliyan de spartin axê.

Cenazeyê Kamuran birin Qamişlo

Piştî merasîmê cenazeyê Şervanê YPG’ê Kamuran Bekir (Kamuran) ji vir bi karwanekê anîn bajarê Qamişlo û li Goristana Şehîd Delîl Saruxan, bi beşdariya nûner û rêveberên saziyan û gelek welatiyan spartin axê.

Li Dêrikê jî merasîm hate lidarxistin

Cenazeyê Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Besna Xalid (Hêvîdar Dara) ku di êrîşa li Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû jî, piştî merasîma li Til Temir, bi karwanekê birin Dêrikê. Cenazeyê Besna Xalid ji vir jî li gel cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlum Esef ku îro li Dêrikê dema li ser karê xwe bû di encama qezayê de jiyana xwe jidest da, birin Goristana Şehîd Xebat.

Piştî herdu cenaze anîn goristanê bi beşdariya rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî  û sedan kesan merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku wêneyên şervanên YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin de bênavber sloganên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman hatin berzkirin.

Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên herdu şervanên YPG’ê axaftinan hatin kirin. Piştî axaftinan cenaze bi slogan û tîliliyan spartin axê.

Jêder ANHA

dîtin: 297

Pêveker:

li rojava 7 şervanên ypg spartin axê