• Têketin
  • Ziman
Li Rojhilat hêzên Îranê dîsan Kulberekî Kurd kuştin

Li Rojhilat hêzên Îranê dîsan Kulberekî Kurd kuştin


barkirin: Hêzîran 23, 2017, 8:25


Di encama şêlika raste rast a hêzên çekdarên Îranê bo ser grûpeka kulberên Kurd ciwanekî Kurd hate kuştin. Ligor raporta saziya Hengaw ku taybet bi mafê mirovan li Kurdistan û Îranê ye, roja pêncşemê 22.06.2017'ê kasibkarê Kurd yê bi navê Murad Erebî, kurê Tajdîn di encama teqeya rasterast a hêzên rejîma Komara Îslamiya Îranê di cîh de jiyana xwe li dest daye.
Mirad 32 salî û xelkê gundê Enbê ya girêdayî deşta Tirgewer a bajarê Urmiyê bû. Navbirî xêzandar û xwediyê sê zarokan bû.
Ev kasibkarê Kurd li Kend aloke ku dikeve ser sinorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hatiye kuştin.
Rojek berê jî kasibkarekî din yê xelkê Xanê(Pîranşehir) bi navê Mihemed Mesaêlî Ferd ji aliyê hêzên sersinor yên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû kuştin.

 

Dêrsim Oremar

dîtin: 410

Pêveker:

kolber kurdî rojhilat îran îslamî komar minafiq