• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Sêrtê-Misircê êrîşî Kurdan kirin 3 kes şehîd ketin 13 kes birîndarin

Li Sêrtê-Misircê êrîşî Kurdan kirin 3 kes şehîd ketin 13 kes birîndarin


barkirin: Rezber 7, 2014, 10:03


Li Misircê(Kurtalan) ya ser bi Sêrtê ve ji aliyê xizmên şaredarê AKP Nevzat Karaatay ve êrîş li ser Kurdên serhildanê hate kirin. Di vê êrîşa çekdarî de 3 Kurd şehîd ketin 13 kes jî birîndar bûn. Êrîşker ji aliyê artêşa tirkiyê ve têne parestin. Li nûçevanê Rewanbêj yê li cihê bûyerê nasnameya êrîşkeran jî hate aşkerekirin û nasnameya Kurdên ku şehîd ketî jî aşkere bû.

Li gorî zanyariyên ji herêmê êrîşkerên xizmê şaredarê AKP bi keleşkofan û dermanceyên dewletê êrîş kirine.

Di dema ku Kurd di serhildanê de bûn ji aliyê encamên AKP û xizmê şaredarê AKP ve êrîşa çekdarî pêk hat di vê êrîşê de Kurdên ku şehîd ketî navê wan wehaye;
Yusuf Çelik, Necmettin Çelik, Mehdi Erdogan

Nasnameya kesên ku êrîş kirî jî hate aşkerekirin. Navê wana jî ji bo ku ji aliyê gel û raya giştî ve bête zanîn ji aliyê Rewanbêj ve aşkere bû.
Êrîşker;
Faysal Karaatay
Bariş Karaatay
Ozgur Karaatay
Dogan Karaatay

Şaredarê AKP yê mixirê Nevzat Karaatay facebooka wî ji aliyê Kurdan ve tête bombebarankirin. FACEBOOKA MÊRKUJÊ AKP EYÎ

Li gorî agahiyan mêrkuj vê gavê di benzînxaneyekê de li derveyî bajêr têne veşartin.

 

Ali Baran/Misircê
Rewanbêj

sert1 sert2

 

 

dîtin: 267

Pêveker:

li sêrtê misircê êrîşî kurdan kirin 3 kes şehîd ketin 13 kes birîndarin