• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Silêmaniyê jinek li ber çavên xelkê hate kuştin

Li Silêmaniyê jinek li ber çavên xelkê hate kuştin


barkirin: Rezber 3, 2015, 12:19


Hat ragehandin doh (2’ê Mijdarê) demjimêr 14:34’ê nîvro li Parka Dayik a bajarê Silêmaniyê, jineke Kurd rastî êrişa çekdarî hat.

Ligor zanyariyên herêmî, navê vê jinê Sinûr û 21 saliye.

Tê gotin kesê êrişkar berê bi guleyekî ji piştve ev jin birîndar kiriye û piştre hatiye ser termê wê û bi sê guleyên din ev jin kuştiye. Lê tevî ku Parka Dayik li navenda bajêr û nêzî Asayişa Giştî ya bajarê Silêmaniyê ye, lê kesê êrişkar piştî teqeyê reviyaye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê, Serkwet Resûl di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, jina birîndar bo nexweşxanê hate veguhestin lê ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya berdevkê Polîsê Silêmaniyê zilamê vê jinê ji bo lêpirsinê hatiye binçav kirin û termê jinê jî bo Nexweşxaneya dadwerî hatiye veguhestin.

Li gor rêxistineke mafê Jinan, ev jin ji ber pirsgirêkên malbatî berê li cem wan bûye.

dîtin: 240

Pêveker:

li silêmaniyê jinek li ber çavên xelkê hate kuştin