• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Tirkiyê baran li Kurdistanê roket dibarine mala

Li Tirkiyê baran li Kurdistanê roket dibarine mala


barkirin: Befranbar 3, 2016, 9:24


Bêdadiya şer li erda kurdan hîna jî bi dijwarî berdewame.
Li bajarên tirkiyê herkes di nava aramiyê de sala nû pêşwaz dike. Lê belê li Bajarên Kurdistanê mirin bi xwîna sor pêşwaziya sala nû dike. Li erda tirkiyê barana zivistanê bi ser xaniyan de dibare lê li Sûr a Amedê roketên artêşa dagirker bi ser malan de dibarin.
Îro di demhijmêr 13.00 ê de li Sûr ê roketekî tenqê li malekê ket, li malê jî roketê li serê jineke kurd bi navê Melek Alpaydin ya 38 salî ket. Jina Kurd di cihê bûyerê de jiyana xwe jidest da.

Dewleta dagirker ku rê û rêbaza Hitler ji bo xwe mînak digre êrîşên xwe yê li ser mirovên Kurd didomîne.

dîtin: 973

Pêveker:

li tirkiyê baran li kurdistanê roket dibarine mala